Dinya

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu îdia kir ku li Xezeyê agirbest "berwext" e

Faruk Hanedar  | 18.01.2025 - Rojanekırın : 19.01.2025
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu îdia kir ku li Xezeyê agirbest "berwext" e wêne : /AA

Quds

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu îdia kir ku agirbesta Xezeyê "berwext" e û heke ji bo merhaleya duyemîn lihevkirin çênebe Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya hilbijartî mafê "ji nû va destpêkirina" êrîşan daye Îsraîlê.

Neyanyahu der barê peymana guherîna êsîran û agirbesta li Xezeyê ya ku dê sibê dest pê bike da daxuyanî dan.

Netanyahu îdia kir ku di vê mijarê da Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê û Trumpê Serokê Amerîkayê yê hilbijartî di mijara ji nû va destpêkirina şer da temînat hildan.

Netanyahu got "Heke em mecbûr bimînin ku vegerin şer em ê vê bi rêyên nû û hêzeke mezin va bikin." û got ku "Serok Trump biryar da ku hemû sînordarkirinên li ser tedarika çekan a dewleta Îsraîlê rakirin, ez vê teqdîr dikim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.