Serokomar Erdogan: "Yan ew çek dê bên veşartin yan jî dê bi zorî û kotekî bidin berdan"
- "Yan ew çek dê bên veşartin yan jî dê bi zorî û kotekî bidin berdan. Em ê nîşan bidin ku di Sedsala Tirkiyeyê da ne ji terorê ra ne jî ji êşên girêdayî wê ra bi tu awayî cî tune"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em ê nîşan bidin ku di Sedsala Tirkiyeyê da ne ji terorê ra ne jî ji êşên girêdayî wê ra bi tu awayî cî tune."
Erdogan li Kongreya Bajêr a Asayî ya 8emîn a Qeyseriyê ya partiya xwe ya ku li Hêwana Werzişê ya Kadîr Has hat lidarxistin da axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand ku gelê Sûriyeyê di rêya avakirina birêvebiriyeke ku dê ew bixwe dahatûya xwe diyar bike va bi pêngavên jixwebawer pêş dikeve. Wek Tirkiye armanca me ew e ku hemû rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê bi sihuletê yan jî bi zorî bên paqijkirin. Heta ku li Sûriyeyê terorîstên dabeşkar yên dest bi xwîn hebin em nikarin xwe bi temamî di ewlehiyê da hîs bikin.(YPG) Wekî her pêkhateyê ku dema xizmeta ajandayên kesên din dikin mîada wan xilas dibe nêz e ku ev rêxistin jî biçe ser çopê. Reva ji vê tune."
Serokomar Erdogan destnîşan kir yên ku di rabirdûya nêz da bi şanoya DEAŞê Sûriyeyê û herêma me kirin wek dojehê herçiqas dîsa li pey heman lîstikê bin jî dê vê carê bi ser nekevin.
Serokomar Erdogan got ku "Heke rêxistina terorê dev ji çekan berde, kadroyên xwe belva bike, di siyasetê da wekî partiyeke Tirkiyeyê a rasteqîn tevbigere dê yê qezenc bike temamiyê 85 milyonî be" û wiha axivî:
"Yan ew çek dê bên veşartin yan jî dê bi zorî û kotekî bidin berdan. Em ê nîşan bidin ku di Sedsala Tirkiyeyê da ne ji terorê ra ne jî ji êşên girêdayî wê ra bi tu awayî cî tune."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.