Polîtîka

Serokomar Erdogan: Cihê ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya NYyê tê binpêkirin Xeze ye

Kaan Bozdoğan  | 09.12.2023 - Rojanekırın : 09.12.2023
Serokomar Erdogan: Cihê ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya NYyê tê binpêkirin Xeze ye

Istanbul

Serokomar Erdogan: "Îro cihê ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya NYyê li ber çavan tê binpêkirin Xeze û axa Filistînê ye ku hatiye dagirkirin."

"Dijminatiya Îslamê û dijayetiya biyaniyan ya ku civaka Rojavayê wekî lavlavkeke bijehr pêçaye ji bo mafên mirovan tehdîd e."

 "Yên ku herî zêde ji ber dijminatiya biyaniyan, tevgerên nijadperest, cudaker û faşîst mexdûr dibin bêşik Misilmanên ku jê qismekî mezin koçber in."

"(Welatên Rojavayî) Ji ber hinceta azadiya fikrê tevgerên dijî Misilmanan meşrû kirin, qebûl û teşwîq kirin."

"Mînakên hovîtiyê yên her ku diçe zêde dibin û qêrîna kesên bêguneh yên diçe erş îşareta vê yekê ye ku em nêzîkî xala zivîrînê bûne."

"Li Konseya Ewlehiyê ya NYyê ji ber dengê neyînî ya 5 endamên daîmî, endamên berwext û Amerîkayê mixabin agirbest nehat qebûlkirin. Bi tena serê xwe edaleteke wiha dibe?"

"Rêvebiriya Îsraîlê ya ku piştgiriyeke bêsînor ya welatên Rojavayî hildide, li Xezeyê zilm û qetlîameke hov ya ku rûyê mirovahiyê dide şermê dike."

"Di rastiyê da dinyayeke adil dikare pêk bê, lê ne bi Amerîkayê va. Lewra Amerîka li cem Îsraîlê disekine."

"Mirovahî wê ji vir pê va ji Amerîkayê ra nebêje 'welatê ku piştgiriyê dide Danezana Gerdûnî ya NYyê', di serî da em ê nebêjin."

"Rastiya 'dinya ji 5an mezintir e' careke din hat dîtin. Konseya Ewlehiyê ya NYyê divê bê guherandin, ev şert e."

"Konseya Ewlehiyê ya NYyê ji 7ê Cotmehê vir va bû konseya piştgirî û parastinê ya Îsraîlê."

"Qesabên Xezeyê divê li mehkemeyên navneteweyî hesabê van çalakiyên xwe yên ji bo mirovahiyê sûc in bidin. Bi îzna Xwedê di dawiya dawî da ewê bidin."

"Bi vê Neteweyên Yekbûyî û bi vê Konseya Ewlehiyê ya NYyê va ne mumkin e ku mirovahî bigihêje cihekî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın