Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Weke du dewletên mezin bi Almanyayê ra di her warî da pêwendiyên me zêde ne"

Büşranur Koca  | 19.10.2024 - Rojanekırın : 19.10.2024
Serokomar Erdogan: "Weke du dewletên mezin bi Almanyayê ra di her warî da pêwendiyên me zêde ne"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Weke mutefîqên NATOyê û du dewletên mezin bi Almanyayê ra di her warî da pêwendiyên me zêde ne."

Erdogan li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ra di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir weke mutefîqên NATOyê û du dewletên mezin bi Almanyayê ra di her warî da pêwendiyên wan zêde ne û wiha axivî, "Bi Almanyayê ra em dixwazin wan pirsgirêkên ku beriya nuha di warê peydakirina amûrên pîşesaziya parastinê da derketin, êdî li paş xwe bihêlin û em hevkariya xwe zêde bikin."

Erdogan der barê hevdîtina bi Scholz ra destnîşan kir serenaveke giring bû ku li ser komkujiya Îsraîlê ya li Xeze û axa Filistînê dike û êrîşên li Libnanê sekinîn û wiha got, "Me biryar da di serî da PKK û FETO, li dijî rêxistinên terorê yên ku ji bo ewlehiya kamuyê ya Almanyayê jî xetereyeke mezin in, bi hev ra têkoşînê bidin. (Serokwezîrê Almanyayê Scholz ra) Me biryar da ku dijî rêxistinên terorê têkoşîna hevpar bidomînin. Em ê têkoşîna dijî terorê li Almanyayê bi hev ra bidomînin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li Ewropayê mixabin ku dijminahiya Îslamê dewam dike û got ku "Li Almanyayê dijminahiya Îslamê bi belavbûn dewam dike û serkêşiya vê jî PKK û FETO dike."

Serokomar Erdogan got ku "Di hişê Îsraîlê, Netanyahu da nêrîna ku ev şera li daîreyekê bê girtin bi awayekî zelal û eşkere tuneye, fikra belavkirina wê heye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın