Serokomar Erdogan wê ji bo Civîna Teşkîlata Tevkariyê ya Aboriyê îro biçe Ozbekistanê

Ankara
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku li Taşkentê beşdarî Civîna 16emîn a Teşkîlata Tevkariya Aboriyê bibe wê îro here Ozbekistanê.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di çarçoveya ziyaretê da tê payîn Serokomar Erdogan 9ê Mijdarê roja pêncşemê di rûniştina Civînê da xîtabî beşdarvanan bike û bi pêşengên beşdarvan ra yek bi yek hevdîtinan bike.
Di çarçoveya Civînê da tê plankirin ku "Ji bo çalakirina Teşkîlata ku Tirkiye avakarê wê ye, seba xurtkirina bazirganiya welatên endam û xurtkirina torên têkiliyê" beşdarvan fikra xwe ji hev ra bêjin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.