Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Tu di bê qey şermezariya Holokostê serekên Ewropayî dîl girtine"

Mehmet Tosun  | 20.11.2023 - Rojanekırın : 21.11.2023
Serokomar Erdogan: "Tu di bê qey şermezariya Holokostê serekên Ewropayî dîl girtine"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê ji bo rawestana xwîna ku li Xezeyê diherike, seferber bûye û bi awayekî şermezarane, bêwijdaniya welatên Rojavayî dişopîne û got, "Tu di bê qey şermezariya Holokostê serekên Ewropayî dîl girtine."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin gotarek pêşkêş kir.

Erdogan behsa alîkariyên mirovî yên ku Tirkiyeyê ji bo Xeta Xezeyê şandin kir û got, "Ji bo birayên meyên Xezeyî bi giştî 800 ton melzemeyên alîkariya mirovî sewqî herêmê kir. Her kî Tirkiyeyê bi rûguhertinê ji derdê hevnijadê xwe îtham bike, ya xafil e, ya cahil e yaxud endamê baskê 5emîn e kucli ser navê hêzên biyanî dixebite. Ji Turkistanê heta Efxanistanê, ji Balqanan heta Afrîqayê li kuderê kesekî dilşikestî, çavbigîrî hebe destê mihrebaniyê yê Tirkiyeyê li ba wan e."

- "Tu di bê qey şermezariya Holokostê serekên Ewropayî dîl girtine"

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku Tirkiye hewlên xwe yên ji bo rwestandina şe rli Xezeyê didomîne û wiha pê de öû:

"Li Xezeyê ji 7ê cotmehê vir de hovîtiyek, mîna wê xedariya ku beriya hezar salî dema dagîrkeriya Xaçperestan qewimî, tê kirin. Em weke Tirkiyeyê ji bo rawestana xwîna ku li Xezeyê diherike, seferber bûne û bi awayekî şermezarane, bêwijdaniya welatên Rojavayî dişopînin. Tu di bê qey şermezariya Holokostê serekên Ewropayî dîl girtine. Îsraîla ku li hember zarok, jin û ixtiyaran temamê amûrên şer ên hevdem bi kar dibe û piştevanên wê, dê di çavê mirovayetiyê de bên darizandin."

- "Di rabirdûya Tirkiyeyê de qirêjeke wisa şermezar tune ye"

Serokomar Erdogan got, "Îsraîl çiqas hewl bide bila bide, take welatê ku nikaribe yafîteya antîsemîtîk lê bide, Tirkiye ye. Di rabirdûya Tirkiyeyê de qirêjeke wisa şermezar tune ye. Dê Tirkiye qet nehêle mijara çekên kîmyayî ya Îsraîlê bê jîbirkirin yan jî hinek bidin jibîrkirin. Heke em bertekê nîşanî tiştên ku li Xezeyê diqewimin nedin, sibe emê nikaribin bibin rêgirê fanatîzma dagîrker a axa sozdayî ku bi ser welatê me ve dirêj bibe."

- Têkoşîna dijî terorê

Serokomar Erdogan anî ziman ku ji sersalê vir de, beşeke wan di asta serkirdeyî de, nêzîka 2 hezar terorîst hatin berterefkirin.

- "Dema xebatên tesbîta zirarê qediyan, emê dayenên piştekê bidin"

Erdogan bal kişand ser parêzgehên ku lehî li wan rabû û got, "Dewleta me piştevanê welatiyên xwe yên afetzede ye. Dema xebatên tesbîta zirarê qediyan, emê dayenên piştekê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.