Tirkiye

Serokomar Erdogan: Tirkiyeyê qezenc kir, demokrasiya me qezenc kir

28.05.2023 - Rojanekırın : 29.05.2023
Serokomar Erdogan: Tirkiyeyê qezenc kir, demokrasiya me qezenc kir

Serokomar Erdogan: "Wekî her îradeya miletê me, cihê vê encamê jî li ser serê me ye. Ne tenê me qezenc kir. Tirkiyeyê qezenc kir, demokrasiya me qezenc kir."

"Îro tu kes têk neçû, 85 milyonî bi tevahî qezenc kir. Êdî ji bo hedefên me yên neteweyî, ji bo xeyalên me yên neteweyî dem dema yekîtî û bihevratiyê ye."

 "Li gor ku hilbijartin kuta bûn, êdî em ê hemû dema xwe û enerjiya xwe bi temamî seba çêkirina berheman, kirina xizmetan veqetînin."

 "Em ê beriya her tiştî pêşiyê birînên erdhejên 6ê Sibatê ku afata sedsalê ye bipêçin û bajarên xwe yên xera bûne dîsa ava bikin."

 "Di rojên pêş me da mijara me ya sereke û acîl çareserkirina pirsgirêka bihayan e ku ji ber enflasyonê zêde bûn derket, telafîkirina kêmasiya refahê ye."

"Me heta niha nêzî 600 hezar kes bi dildarî şandin herêmên ewle yên li ser axa Sûriyeyê."

"(Penaberên Sûriyeyî) Bi projeyeke îskanê ya nû ku em bi Qeterê ra dimeşînin, di nava çend salan da wê milyonek kesên din jî dagerin."

"Em ê pergaleke wisa ava bikin ku di çandinî û heywandariyê da bihayê kirînê kêm bibe, dahata hilberîneran zêde bibe, xerîdar bi hêsanî bigihêjin berheman."

"Em ê bi ewlehî û îstiqrar meşê bidomînin. Bi rêvebirina fînansa di qada navneteweyî da xwedî îtibar û aboriyeke veberhênan û îstixdamê dihewîne dîzayn bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın