Serokomar Erdogan: "Tirkiye wê destûrê nede ku li ser sînorên wê yên başûr "terorîstan" bê avakirin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Çi dibe bila bibe, Tirkiye wê bi tu awayî destûrê nede ku li ser sînorên wê yên başûr "terorîstan" bê avakirin."
Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya Serokomariyê daxuyanî da çapemeniyê.
Der barê bernameya aboriyê û enflasyonê da Erdogan wiha got: "Di heyama pêş da em ê tesîra erênî ya bernameya me ya aboriyê enflasyon di serî da di qadên din da jî bi eşkere bibînin."
Serokomar Erdogan behsa têkoşîna li dijî terorê kir û wiha axivî: "Erdogan: "Çi dibe bila bibe, Tirkiye wê bi tu awayî destûrê nede ku li ser sînorên wê yên başûr "terorîstan" bê avakirin. Em li ku derê bibînin em ê serê endamên rêxistina terorê bipelçiqînin û şaxên ji bo vê armancê hatine avakirin îmha bikin. Em ê di mehên havînê da tehkîmatên xwe yên li herêma Herekata Pençeyê bi qismeke mezin temam bikin û bi vî awayî tevdîrên pir bibandor bibînin. Tunekirina terorê ji bo Projeya Rêya Pêşketinê ya ku em bi Iraqê ra dixebitin ku bikeve rewacê jî girîng e."
Erdogan der barê F16yan ya ji Amerîkayê dihat xwestin da jî wiha got: "Em kêfxweş in ku daxwaza me ya F16yan ya ku demeke em bi Amerîkayê ra li ser diaxivîn gihîşt encameke erênî."
Der barê projeyên rêhesinê yên li Stenbolê tên meşandin da Erdogan wiha agahî da: "Em ê di mehên pêş me da di çarçoveya 4 projeyên cuda da pergala rêhesinê ya ku dirêjahiya wê ji 34 kîlometroyan zêde ye û xwedî 18 îstgehan e bixin xizmeta Stenbolê."
Serokomar Erdogan anî ziman ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî wê di nav ewlehiyê da çêbibin û wiha got: "Em ê xeyala wan kesên ku dixwazin Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî bibin amûra astengkirina welatê me careke din têk bibin."
Erdogan der barê îhtimala êrîşa li ser bajarê Refahê ya ku Îsraîl dixwaze bike da jî wiha axivî: "Rêveberiya Netanyahû ya ku dilê xwe davêje Hîtler di polîtîkaya xwe ya hovîtî û qetlîamê ya ji 7ê Cotmehê vir va dimeşîne da her roj xeteke din a sor a nû derbas dibe. Hêzên rojavayî li pêş perdeyê bangî Îsraîlê dikin ku ew nerm tevbigere, lê paşê Hemasê hincet nîşan didin û çavên xwe ji qetlîamên Netanyahu ra digirin. Sedema bêhişmendiya Îsraîlê siyaseta durû ya dewletên rojavayî ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.