Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Hindik ma em çembera wê sînorê me yê Iraqê ewledar bike temam bikin"

- "Hindik ma em çembera wê sînorê me yê Iraqê ewledar bike temam bikin. Havîna pêşiya me em ê meseleya bi sînorê me yê Iraqê ra têkildar e awayekî mayînde çareser bikin"

Mehmet Tosun  | 04.03.2024 - Rojanekırın : 05.03.2024
Serokomar Erdogan: "Hindik ma em çembera wê sînorê me yê Iraqê ewledar bike temam bikin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan: "Weke hemû hilbijartinan em biryardar in ku 31ê Adarê jî weke şahiyeke demokrasiyê derbas bikin."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya Serokomariyê daxuyanî da.

Erdogan got, "Hindik ma em çembera wê sînorê me yê Iraqê ewledar bike temam bikin. Havîna pêşiya me em ê meseleya bi sînorê me yê Iraqê ra têkildar e awayekî mayînde çareser bikin."

Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Kesên ku biryardariya me ya di mijara têkoşîna dijî terorê da hê tam fêm nekirine hene, em ê heta vê rastiyê bi wan bidin qebûlkirin nesekinin."

Serokomar Erdogan: "Di herdu mehên ewil ên sala 2024an da em di sektora parastin û hewageriyê da gihiştin reqemên îxracatê yê 633 milyon dolarî û me rekorek nû şikand.

Me heta îro ji bo 770 wesayitên hewageriyê bi 50 welatî ra peyman îmze kir. Tenê mîqdara îxracata ÎHAyan a sala par 1,8 milyar dolar e.

Emê enflasyonê têk bibin, mezinbûnê bidomînin, dewleta xwe xurttir bikin herwiha dahata xebatkar û welatiyên xwe yên teqawid zêdetir bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.