Serokomar Erdogan: "(Pêşniyaza Bahçelî) Em di wê qeneatê da ne ku bêyî pêşdarazî nirxandina wê dê bêtir kêrhatî be"
- "Em di wê qeneatê ne ku helwestên ku bi pêşîkêşiya hevkarê me yê Îtifaqa Cumhur di van demên dawîn da derketin holê di ronahiya vê paşxaneya berfireh (geşedanên dawîn ên li dinyayê diqewimin) bêyî pêşdarazî bê nirxandin dê bêtir kêrhatî be"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em di wê qeneatê ne ku helwestên ku bi pêşîkêşiya hevkarê me yê Îtifaqa Cumhur di van demên dawîn da hat nîşandan di ronahiya vê paşxaneya berfireh (geşedanên dawîn ên li dinyayê diqewimin û veavabûnên ji nû va yên li herêmê) bêyî pêşdarazî bê nirxandin dê bêtir kêrhatî be".Ev helwest egera îrfana ku ji tecrubeya bi hezaran salî ya gelê me ye ku ji eqlê dewletê yê qedîm pala û hat."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Bernameya Taybet a 29ê Cotmehê ya li Kuliyeya Serokomariyê axivî.
- "Em di wê qeneatê da ne ku helwestên hevkarê me yê Îtifaqa Cumhur nîşan dan bêyî pêşdarazî nirxandina wê dê bêtir kêrhatî be"
Erdogan diyar kir ku di heyameke ku li dinyayê û herêmê geşedanên dîrokî diqewimin, deriyên pêvajoya jiva veavabûna siyasî û aborî vebûye da ne û wiha axivî:
"Di heyameke wiha da gelekî girîngtir bûye ku 85 milyon hemû bi hev ra di çarçoveya vîzyona Sedsala Tirkiyeyê da bibin yek. Ji bo vê jî şert e ku em wek welat û gel pirsgirêkên xwe yên siyasî, civakî û aborî bi lez çareser bikin. Em di wê qeneatê ne ku helwestên ku bi pêşîkêşiya hevkarê me yê Îtifaqa Cumhur di van demên dawîn da hat nîşandan di ronahiya vê paşxaneya berfireh (geşedanên dawîn ên li dinyayê diqewimin û veavabûnên ji nû va yên li herêmê) bêyî pêşdarazî bê nirxandin dê bêtir kêrhatî be".Ev helwest egera îrfana ku ji tecrubeya bi hezaran salî ya gelê me ye ku ji eqlê dewletê yê qedîm pala û hat. Bi gotina Hezretê Mewşana em ketin atmosfereke ku divê tiştên nû bibêjin, pirsgirêkan paşguh nekin, îradeyeke biryardar nîşan bidin û pirsigirêkan çareser bikin. Heke ne ji dewletên nûzihûr tu ferqa me namîne. Hewce nake ku em qet dûr biçin, Tûkoşîna Neteweyî tenê serê xwe mînaka herî baş a wê yekê ye ku ev gel di şert û mecên dijwar da dikare çi bike. Em îro dikevin heyameke ku em li ser cehd û derfetên ku xwediyê wan in bilind dibin. Em di erefeya destpêkeke ji nû va û hêzdartir da ne."
Serokomar Erdogan got ku "Heta ku em nav xwe da saxlem bibin ne rêxistinên terorê ne jî hêzên şer ên ku wan xwedî dikin ê berdidin ser me dê negihijên armancên xwe. "û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em ê bi hedefên siyasî, civakî û aborî bi hemû hedefan va teqez û misîgerî Sedsala Tirkiyeyê tetbîq bikin. Em ê wek gel û dewlet hember lîstikên ku li dinya û herêma me tê lîstin nerevin, teslîmê senaryoyên tar nebin û hember lîstikên binkol têk neçin. Ez ji dil bangî hemû welatiyên xwe dikin, werin em bi hev ra Sedsala Tirkiyeyê ava bikin. Werin em bi hev ra ne firêzan biratiya xwe ta hezar salî mezin bikin. Her kesê ku rêhevaltiya vê banga me bike dê di rûpelên navdar ên dîrokî da cihê xwe bigire."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.