Serokomar Erdogan: "Me têkiliyên xwe yên bi Macaristanê ra ber bi hevkariya stratêjîka geşedayî va bilind kir"
Istanbul
İSTANBUL (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser qebareya bazirganiyê ya di navbera Macaristan û Tirkiyeyê da û got, "Di 11 mehên pêşî yên îsal da, qebareya me ya bazirganiyê sala par bi dû xwe da hişt û nêzîkayî li 4 milyar dolarî kir."
Serokomar Erdogan di civîna çapemeniyê ya digel Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban da anî ziman ku ew ji ber ku li Budapêstê ye gelekî kêfxweş e û destnîşan kir ku îro 100emîn sala îmzakirina peymana dostayetiya Tirkiye-Macaristanê ye ku di heman demê da dîroka tesîskirina têkiliyên dîplomatîk e.
Serokomar Erdogan diyar kir ku di hevdînên dige Orbanda wan têkiliyên Tirkiye-YEyê, pêşhatên Ukrayna û Xezeyê û herwiha mijarên rojane gotûbêj kirine.
Erdogan bal kişand ser qebareya bazirganiyê ya di navbera Macaristan û Tirkiyeyê da û got, "Di 11 mehên pêşî yê îsal da, qebareya me ya bazirganiyê sala par bi dû xwe da hişt û nêzîkayî li 4 milyar dolarî kir. Bi danezana hevpar a siyasî ya ku me bi Orban ra kir, me têkiliyên xwe yên di asta hevkariya stratêjîk da ber bi hevkariya stratêjîka geşedayî va bir."
Serokomar Erdogan ji pêşhatên li Xeta Xezeyê got, "Berpirsyariya civaka navneteweyî ye ku peyamên di cî da bide Îsraîlê û hewla dawîlêanîna tevkuştinan bide. Ji bo tesîsa agirbesta lezgîn û rêgirîkirina li belavbûna pevçûnan, weke Tirkiyeyê ji roja pêşî de em hewleke mezin a dîplomasiyê didin."
Serokwezîrê Macaristanê Orban ji Serokomar Erdogan ra got, "Ji bo sedsala bê we projeyên pir mezin danîn pêş. Ewê sedsala bê sedsala we be. Me bi vê bawer kir û peyman girêdan. Me têkiliyên xwe ber bi hevkariya stratêjîka geşedayî va bilind kir. Jê wêdetir heye, nizanim. Di dîplmasiyê de ev, ji aliyê dostayetî û biratiyê va ya herî hêzdar e."
Orban wiha jî got, "Bêyî Tirkiye asayişa Macaristanê tune ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
