Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Li Tirkiyeyê tu kes li dervayî sîwana hiqûqê nîne"

"Li Tirkiyeyê tu kes li dervayî sîwana hiqûqê nîne. Rexnekirina biryarên dadgehê tiştek e, nasnekirina wan tiştekî din e"

Mümin Altaş  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 09.09.2025
Serokomar Erdogan: "Li Tirkiyeyê tu kes li dervayî sîwana hiqûqê nîne" Muhammed Selim Korkutata

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Hebûna grûha bi nefret dinihêre û dibêje 'qubeya polayî ne welatiyan dê alîgiran biparêze' ji hêla ewlehiya welatê me va haletekî ruhiye ye ku divê mirov jê fikarê bike."

Serokomar Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê ya li Kuliyeya Serokomariyê xîtabî gel kir.

Serokomar Erdogan bi gotina, "Ez careke din ji bo mensûbên ewlehiya me yên qehreman ên di êrîşa qeleş a îro da şehîd bûn ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndarên me şifayê dixwazim. Bira serê gelê me û teşkîlata me ya ewlehiyê sax be." dest bi axaftina xwe kir.

- "Qubeya Polayî jî dê xizmeta 86 milyonî bike"

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da der heqê Qubeya Polayî da wiha got, "Hebûna grûha bi nefret dinihêre û dibêje 'qubeya polayî ne welatiyan dê alîgiran biparêze' ji hêla ewlehiya welatê me va haletekî ruhiye ye ku divê mirov jê fikarê bike. Çawa ku temamî welatiyên me sûdê ji rê, balafirgeh û dibistanên hikûmeta me çêkirine distînin, Qubeya Polayî jî dê xizmeta 86 milyonî bike. Ji demançeyê bigire heya tifingê ji dronê bigire heya fuzeyê armanca her berhemeke parastinê, parastina Tirkiyeyê û her ferdekî ji 86 milyonan e."

- "Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê dê 50 milyar dolarî sûdê bide aboriyê"

Serokomar Erdogan bal kişand ku dema Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê ya xwedan hêzeke 4 hezar û 800 mewagatî ye bikeve fealiyetê, bi gotina minasib ew ê lingê şeytan bişkênin û wiha dewam kir:

"Santral (Akkuyu) dê welatê me ji îtxalata xazê ya salane 7 milyar metrekûpî xilas bike û dê 50 milyar dolarî sûdê bide hasileya me ya nesafî ya nêv welêt. Dijderketina santrala nukleerî heger ji ber cehaletê nebe, nexwe ji ber zikreşiyê ye. Zihniyeteke wiha berteng ne bi kêrî welêt tê û ne jî bi kêrî birayên me yên Sînopî."

- "Em bi hemû derfetên xwe li cem mezlûmên Xezeyî ne"

Serokomar Erdogan her wiha bal kişand ku di van rojên dijwar da yên hikûmeta Netanyahu heta tu bêjî xwe wenda kiriye, ew bi hemû derfetên xwe li cem mezlûmên Xezeyî ne.

Serokomar Erdogan der heqê xebatên piştî erdhejê tên kirin da jî wiha bal kişand, "Çavkaniyê ku me ji bo herêma erdhejê bi kar anî ji 75 milyar dolarî derbas dibe, hedefa me ew e ku em 453 hezar beşên serbixwe heta sersalê temam bikin."

- "Li Tirkiyeyê tu kes li dervayî sîwana hiqûqê nîne"

Erdogan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu kes li dervayî sîwana hiqûqê nîne wiha dewam kir, "Rexnekirina biryarên dadgehê tiştek e, nasnekirina wan tiştekî din e. Em tu wextî destûrê nadin ku kolanên me bên tevlihevkirin û birayên me yên Stenbolî di serî da aramiya gelê me were têkdan. Ji wê yekê ra em ê nebêjin 'ser çavan' ku şerê paldankê yê kadroyên kevn û nû yên mixalefeta sereke zirarê bide destkeftiyên welatê me. Di çarçoveya destûra me û qanûnên me da em ê hemû berpirsiyariyên xwe cîbicî bikin da ku pêvajoyên edlî û îdarî bêyî pirsgirêk biçin serî."

- "Em dixwazin Tirkiyeyê bi awayekî mayînde derxin lîga welatên dahat bilind"

Serokomar Erdogan di mijara xebatên ku di warê xurtkirina aboriyê da tên meşandin da jî wiha axivî, "Em dixwazin Tirkiyeyê bi awayekî mayînde derxin lîga welatên dahat bilind. Em bi biryar in ku enflasyonê daxînin yekxaneyê. (OVP) Ne bi tenê ji reqeman pêk tê. Ew vîzyon e ku di aboriyê da pêbaweriyê dupat dike, pêşbînîkirinê xurt dike û dixwaze refaha gel bi awayekî mayînde zêde bike."

- "(Zarokên berkaşî sûcê dibin) Em neçar in dest bidin dest hev û pirsgirêka ku paşeroja me eleqedar dike, çareser bikin"

Erdogan di mijara zarokên ku berkaşî sûcê dibin da jî wiha got, "Em neçar in dest bidin dest hev û vê pirsgirêka ku bi tenê aramî û ewlehiya me, paşeroja me jî eleqedar dike, çareser bikin. Êrîşa menfûr a îro jî di nav da kiryarên sûcên ku kezeba me hemûyan dişewitîne ji vê koma temenê ne û ev jî dibe sedema înfialeke mafdar. Şebekeyên sûcê organîze, rêxistinên terorê yên destbixwîn û çeteyên kolanan bi taybetî zarokên ji vê koma temenê dikin hedefa xwe. Me seba zarokên welatê me û dinyayê gaveke watedar avêt. Bi Peymana Mafên Zarokan li Dinyaya Dijîtal a me îmze kir va em dixwazin hişmendiyeke kurewî pêk bînin."

- "(Fona Malbat û Ciwaniyê) Em yekûna krediyê derdixin 250 hezar lîreyî"

Serokomar Erdogan ji bo Fona Malbat û Ciwaniyê wiha got, "Ji Rêbendana 2026an û pê va em yekûna krediyê derdixin 250 hezar lîreyî ku heger yên dizewicin herdu jî di navbera 18-25 saliyê da bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.