Polîtîka

Serokomar Erdogan li Meletiyê beşdarî merasima vekirina avahiya walîtiyê ya nû ya ku hat temamkirin bû

Zafer Fatih Beyaz, Okan Coşkun  | 06.09.2025 - Rojanekırın : 06.09.2025
Serokomar Erdogan li Meletiyê beşdarî merasima vekirina avahiya walîtiyê ya nû ya ku hat temamkirin bû

Malatya

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan avahiya xizmetê ya nû ya Walîtiya Meletiyê vekir.

Serokomar Erdogan ji bo ku beşdarî bername û vekirinên cihê bibe hat Meletiyê.

Erdogan pêşî beşdarî merasima vekirina avahiya xizmetê ya nû ya Walîtiya Meletiyê ya ku hat temamkirin, bû.

Erdogan dema hat walîtiyê silav da mangaya merasimê û piştî diaya hat kirin got ku bila avahiya walîtiyê ji bo Meletî û gelê Meletiyê bi xêr be û kurdele birî.

Serokomar Erdogan piştî vekirinê Walîtiyê ziyaret kir û ji Walî Seddar Yavuz der barê xebatên li bajêr agahî hildan.

Di ziyareta ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin da Erdogan lênûska şerefê ya Walîtiyê îmze kir.

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Samî Er, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Elîtaş û parlamenterên AK Partiyê beşdarî merasima vekirinê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.