Dinya

Serokomar Erdogan: Li hemberî êrîşên Îsraîlê civaka navneteweyî îmtihaneke baş nade

Mehmet Tosun  | 24.10.2023 - Rojanekırın : 25.10.2023
Serokomar Erdogan: Li hemberî êrîşên Îsraîlê civaka navneteweyî îmtihaneke baş nade

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Li hemberî êrîşên sînornenas û hiqûqnenas ên ku rêvebiriya Îsraîlê dibe ser sivîlan, mixabin civaka navneteweyî îmtihaneke baş nade."

Erdogan ji bo 24ê Cotmehê Roja Neteweyên Yekbûyî û salvegera 78emîn a avabûna Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî (NY) peyamek weşand.

Erdogan di peyama xwe da salvegera avabûnê ya 78emîn a Teşkîlata NYyê pîroz kir.

Serokomar Erdogan ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) got, "Divê Konseya Ewlehiyê ya NYê ji teselûta çend welatan were rizgarkirin, demokratîktir bibe, xurt bibe. Ev bendewariya hevpar û mafdar a civaka navneteweyî ye."

Erdogan bal kişand ku ji 7ê Cotmehê vir va li Xezeyê komkujî çêdibin, cî û warên sivîlan, îbadetxane, nexweşxane, dibistan dibin hedef û ev komkujî dertên asta nijadkujiyê.

Erdogan wiha dewam kir:

"Li hemberî êrîşên sînornenas û hiqûqnenas ên ku rêvebiriya Îsraîlê dibe ser sivîlan, mixabin civaka navneteweyî îmtihaneke baş nade. Li gor dîtina me, KENY ji dêvla ku xwînê bide sekinandin, agirbestê pêk bîne, pêşiya kuştinên sivîl bigire, bi helwesta xwe ya yek alî va krîzê zêdetir dike. Yên ku cezakirina gelê Xezeyê temaşe dikin, ne pêkan e ku ji bo mirovahiyê bibin hêvî, aştiya kurewî û îstiqrarê pêk bînin. Saziyên NYê bi taybetî bi destê Konseya Ewlehiyê ya NYê tê bêçalakirin. Zirara herî mezin saziyeke din a NYê dide NYê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.