Serokomar Erdogan: Em mîna yên li ber hovîtiya Îsraîlê dengê xwe dernaxin di mêtinkarî û komkujiyê negeriyane
Istanbul
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di "Merasima Xelatdayînê ya Şampiyonên Innovation Week Înovalîg Tirkiyeyê" da axivî.
Serokomar Erdogan der barê îxracatê da wiha got, "Heya meha Cotmehê îxracata me ya 12 mehên dawîn gihîştiye 254,8 milyar dolarî. Wekî din di hevsenga carî ya salane da 2 mehên dawîn başbûneke bi 7,3 milyar dolar çêbû. Zêdebûna di hejmarên îxracatê da bêguman girîng e, lê divê Tirkiye ji niha û pê va giraniya xwe bide ser kalîteya di warê îxracatê da."
Erdogan got ku serkeftina me di warê ÎHA û SÎHAyê da bi dest xist, em dixwazin teşmîlî moşek, keştî, wesayîtên bizirx, kamera, pergalên parastina esmanî û pergalên herba elektronîk bikin.
Serokomar Erdogan wiha got, "Gotinên mebesta wan ew e ku Tirkiyeyê hepsî sînorê wê bikin û ji (derva ra) digirin, teqez bi niyeteke baş nayên gotin."
Erdogan diyar kir di vê rêya pîroz da ku ji bo armanca Sedsala Tirkiyeyê derketine rê, ji bo bigihêjin menzîlê ji xeynî cehd û xebateke zêde tu vebijêrkeke din li ber wan tuneye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
