Serokomar Erdogan ji Papa Leoyê 14emîn ra nameya pîrozbahiyê şand
- Erdogan di nameyê da di serî da Xeze xwest ku ji bo dawîlêanîna trajediyên însanî bi hev ra hewl bidin

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Papa Leoyê 14emînê Serokdewletê Vatîkanê û serokê rûhanî yê Katolîkan ra ji ber ku ji bo meqamê papatîyê hat hilbijartin nameya pîrozbahiyê şand.
Li gor daxuyaniya Serokomariyê ya ji ser hesabê çapemeniya civakî Erdogan di nameyê da got "Ji ber ku hûn ji bo meqamê papatiyê hatin hilbijartin ez li ser navê xwe û navê gelê xwe ji hestên ji dil we pîroz dikim."
Erdogan diyar kir ku Papa Fransuvayê mutewefa ku mirovekî dewletê yê biqîmet bû di heyameke ku îxtilafên herêmî û navneteweyî zêde bûne da ji bo ku aştî û xweşbînî bi cî bibe gelekî hewl da û ji hêla hemû dinyayê va hat teqdîrkirin û ev gotin:
"Baweriya min tam e ku em ê diyaloga xwe ya ji dil û erênî ya bi Papa Fransuva ra pêk anî bi we ra jî bidomînin. Baweriya min wisa ye ku pêşketina peywendiyên di navbera Tirkiye û Vatîkanê da dê piştgiriyê bide xurtkirina xweşbîniya navneteweyî û di serî da Xeze dê piştgiriyeke mezin bide dawîlêanîna trajediyên mirovî."
Serokomar Erdogan di nameya xwe da her wiha got ku di serî da Xeze xwest ku ji bo dawîlêanîna trajediyên însanî bi hev ra hewl bidin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.