Serokomar Erdogan: "Ji bo terorê li çavkaniya wê bi temamî biqedînin em xebatên xwe didomînin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bo terorê li çavkaniya wê bi temamî biqedînin em xebatên xwe didomînin. Çavkaniya wê jî Sûriye ye. Ji bo vê jî çi hewce bike, em ê bikin."
Erdogan di dagera ji Qazana paytexta Tataristanê ku bi mebesta beşdariya Lûtkeya BRICSê çûbû, di balafirê da daxuyanî da û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Serokomar Erdogan bal kişand ser êrîşa terorê ya dijî Şirketa Anonîm a Pîşesaziya Fezayê û Asîmangeriyê ya Tirk (TUSAŞ) ya li Kahramankazana navçeya Enqereyê û ji bo şehîdan ji Xwedê hêviya dilovaniyê kir û ji bo birîndaran jî şîfayê xwest.
Erdogan tekezî li wê yekê kir ku bi taybetî dizanin ku ew terorîst ji bo vê êrîşa terorê bikin ji Sûriyeyê hatine û wiha got, "Rêxistina terorê ya ku ji bêîstiqrariya li Sûriyeyê îstifade dike, dixwaze bikeve bin hîmayeya hin dewletên Rojavayî, lê ev cehdeke badilhewa ye. Êdî rastiyeke ku tê zanîn e, Amerîka rêxistinên terorê yên li herêmê ji bo berjewendiya xwe û ewlekariya Îsraîlê diemilîne. Ji bo terorê li çavkaniya wê bi temamî biqedînin em xebatên xwe didomînin. Çavkaniya wê jî Sûriye ye. Ji bo vê jî çi hewce bike, em ê bikin. Terorîst pêlîstok in, ev taşeron in. Armanca ew e ku li Tirkiyeyê teror tunebe. Em ê di vî warî da paşda gav navêjin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê bi taybetî mehkûmî tenêhiştin û tenêtiyê ye û wiha axivî, "Em ê miheqeq bigihêjin armanca xwe ya avakirina Tirkiyeyeke ewledar, aram û ronî ku siya xwînrêj û tarî ya terorê bi temamî ji serê rabûye. Hêviya me ya sereke ye ku rêvebiriya Sûriyeyê fêdeya normalîzebûna bi dilsozî û rasteqîne ya digel Tirkiyeyê fam bike û li gorî wê gavan biavêje."
Erdogan anî ziman ku Hikûmeta Komara Tirkiyeyê di warê dabînkirina çavkaniyên pîşesaziya parastinê da tu kêşeyeke wê nîne û got, "Em ê guh nedin bêbextan û hê zêde bixebitin û hilberînin. Em ê kesên ji Tikiyeyê aciz dibin bi serkeftinên xwe aciz bikin."
Serokomar Erdogan der barê BRICSê da axivî û got, "BRICS platformeke wisa ye ku dewletên aboriya wan mezin dibe li hev kom bûne. Divê em vê rastiyê bibînin. Em dixwazin bi BRICSê ra pêwendiyên xwe pêşva bibin."
- "Me hewlek da destpêkirin ku dijî Îsraîlê ambargoya çekan bê danîn"
Erdogan diyar kir divê ambargoya çekan li ser Îsraîlê bê sepandin û wiha pê da çû, "Me hewlek da destpêkirin ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) da pirsgirêk bê çareserkirin û dijî Îsraîlê ambargoyeke berfireh a çekan bê danîn. Hejmara yên ku piştevaniya banga me dikin zêde dibe. Em hêvîdar in ku weke 'îtifaqa mirovahiyê' ev hewla me serfkeftî bibe û ji bo aşitiya mayînde em gava sereke biavêjin."
Serokomar Erdogan der barê hevdîtina bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn da got, "Di hevdîtina bi birêz Putîn ra me dît ku hêviyên ji bo bihevguherandina dîlan heye. Em gav û xebatên di vî warî da jî ji nêz va dişopînin."
Erdogan ragihand ku Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng wê bê ziyareta Tirkiyeyê û got ku em ê jî di pey ra herin serdana Çînê.