Serokomar Erdogan: "Ji bo çareserkirina tengasiyên gelê me partî û îtifaqa ku îradeya wan heye dîsa em in"

Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bo çareserkirina tengasiyên gelê me partî û îtifaqa ku cehd, îrade û reçeteya wan heye dîsa em in."
Erdogan li Salona Sporê ya Menteşeyê di Kongreya Asayî ya 8an ya Muglayê ya partiya xwe da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir CHPya hema hema di hemû meseleyên navneteweyî da di dewsa welatê xwe da li terefê kesên din cî digire, her diçe ji neweteyîbûn û xwemalîbûnê dûr dikeve.
Erdogan di axaftina xwe da got, "Ji bo çareserkirina tengasiyên gelê me partî û îtifaqa ku cehd, îrade û reçeteya wan heye dîsa em in."
- Serokomar Erdogan êrîşa li dijî bazara Noelê ya li Almanyayê şermezar kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan êrîşa ku duh li bajarê Magdeburga Almanyayê li dijî bazara Noelê hat lidarxistin, şermezar kir.
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya li ser hesabê medyaya civakî wiha got:
"Ez êrîşa kirêt ya ku duh êvarkî li Magdeburga bajarê Almanya dijî bazara Noelê hat kirin bi tundî şermezar dikim. Ez sersaxiyê li malbatên qurbaniyan, li gelê dost û hikûmet a Almanyayê dikim. Her wiha ji bo birîndaran şifayê dixwazim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.