Tirkiye

Serokomar Erdogan: Ji bo baronên terorê yên li Qendîlê tu bangewaziya me tuneye û nabe jî

Özcan Yıldırım  | 30.10.2024 - Rojanekırın : 31.10.2024
Serokomar Erdogan: Ji bo baronên terorê yên li Qendîlê tu bangewaziya me tuneye û nabe jî

TBMM

Serokomar Erdogan: "Ji bo baronên terorê yên li Qendîlê tu bangewaziya me tuneye û nabe jî"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez vê yekê bi taybetî destnîşan dikim: Ji bo rêxistina terorê ya cudakar a li bakurê Iraq û Sûriyeyê û baronên terorê yên li Qendîlê ku bi xwînê dijîn, tu bangewaziya me tuneye û nabe jî."

Serokomar Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Erdogan diyar kir ku dema wan dest bi wezîfeyê kiriye li tevahiya Tirkiyeyê, bi taybetî jî li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê îhmalkariyeke cidî li holê hebûye.

Erdogan got Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê da niha ji her demê bihêztir e û wiha axivî: "Hûn ji kîjan aliyê va dinihêrin binêrin, Tirkiye niha ji her demê bihêztir e. Îro careke din firsendeke bêhempa derketiye pêş me ku em pirsgirêkên xwe yên kronîk, bi taybetî jî belaya terorê çareser bikin, biratiyê zexim bikin û Tirkiyeyê li ser bingeha biratiyê mezin bikin. Ez ji vir careke din li ser navê koma xwe, li ser navê miletê xwe yê ezîz dubare silav û spasiyên xwe pêşkêşî hevrêyê me yê Îttifaqa Cumhur Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteperwer Birêz Devlet Bahçelî, camîaya Partiya Tevgera Neteperwer dikim. Devlet Beg pêşengekî wisa ye ku her tim bi tevger, axaftin, gotin, siyaset, feraset û tecrubeya xwe, bi gotinên xwe yên wêrek û hevokên aqilane va ji bo dîrokê jêrenot û îstiqametê datîne. Wî seba kesên ku bixwazin di her firsendê da fehm bikin û ji bo kesên ku li ser naverokê disekinin bi awayê herî zelal û eşkere îzah kiriye ku hezkirina welat û milet çi ye, eşqa Komarê çi ye, ya herî girîng jî netewperwerî çi ye û ev tên çi maneyê. Kesên ku bangewaziyên dawîn ên Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperwer di vê çarçoveyê da fehm kirin, paceya dîrokî ya ku li pêşiya me vebû, dibînin û kelecanî dibin. Berevajî vê yekê kesên ku guh nadin berjewendiyên hevpar ên welêt û milet û ji dêvla wê peyê rojevên xwe yên şexsî û zumrewî ketine, mînanî her carê di çehla xwe ya gotinên pûç û nakok da diqilqilin.

Ez vê yekê bi taybetî destnîşan dikim: Ji bo rêxistina terorê ya cudakar a li bakurê Iraq û Sûriyeyê û baronên terorê yên li Qendîlê ku bi xwînê dijîn, tu bangewaziya me tuneye û nabe jî. Bi israr hewl didin ku bibin mixatabê me. Lê ev hewildana wan seba patronên wan e ku bendê wan di destê wan patronan da ye û dixwazin xwe li cem wan patronan îsbat bikin. Ev hewildan ji bilî vê îsbatkirinê ne tu tişt e.

Êrîşa qeleş û nemerd a ku li dijî TUSAŞê hat kirin, careke din nîşan daye ku terorîst tenê ji wî zimanî fehm dikin ku meriv bê tawîz bi terorê ra têkoşînê bide. Tirkiye wê di nava xwe da jî li Iraq û Sûriyeyê jî Ewropa di serî da li her dera ku lê hene, wê bi biryardarî têkoşînê bi terorê ra bidomîne, ji bo welatê me tehdîd ji ku derê were, em ê miheqeq koka wê biqelînin. Înşelah em ê di heyama pêş da der heqê ewlehiya seranserê sînorên me yên başûr da mizginiyên nû bidin miletê xwe ku me ewlehiya can û malê welatiyên xwe garantî kiriye."

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ev komar komara Tirkan e jî û ya Kurdan e jî. Komara hemû kesên li ser axa vî welatî ne."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ev komar komara Tirkan e jî û ya Kurdan e jî û got ku ev komar komara hemû kesên li ser axa vî welatî ne.

Erdogan bal kişand ser têkoşîna dijî terorê û wiha axivî, "Bi îzna Xwedê em ê vê meseleyê bi temamî ji rojeva welatê xwe derxin û ji bo heyata xwe ya siyasî 40 salî ku bi xizmetkariya gel derbas bûye, sertacekê daynin."

Serokomar Erdogan der barê gotinên Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê da wiha peyivî, "Ji bo zeximkirina biratiyê îro jî derfeteke bêhempa derketiye pêşberî me. Ez li ser navê gelê xwe yê ezîz sipasiya birêz Bahçelî dikim. Devlet Beg pêşengekî wisa ye ku daîm ji bo dîrokê jêrenot û îstiqametê datîne, kesên ku banga wî bi vî awayî fehm kirine vê firsenda dîrokî dibînin û kelecanî dibin. Dewlet û gelê me, ji ber ku birêz Bahçelî û MHPya şirîkê me yê îtifaqê ne tenê bi destên xwe bi hemû laşê xwe ketiye bin kevir, derfeteke pir mezin bi dest xistiye."

Erdogan got ku ji bo rêxistina terorê ya cihêxwaz ya li bakurê Iraq û Sûriyeyê û baronên terorê yên li Qendilê ku ji xwînê têr dixwin, bangeke me tuneye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li herêma wan dixwazin sînoran dîsa xêz bikin û got ku ji bo biratiya me ya ezelî bi awayekî ebedî bê mihafezekirin mixatabê me yê eslî xwîşk û birayên me yên Kurd in.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da bang kir û wiha peyivî, "Xwîşk û birayên min yên Kurd, em dixwazin ku hûn li îman, Îslam, azan, welat û hiqûqa xwîşk û biratiyê xwedî derkevin. Werin em bi hev ra Sedsala Tirkiyeyê ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın