Serokomar Erdogan: Ez bawer dikim ku tifaqa mirovahiyê wê di vê pêvajoya krîtîk da Xezeyiyan tenê û bê xwedî nehêlin

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Îslamabada paytextê Pakistanê di Foruma Kar a Tirkiye-Pakistanê da axivî.
Serokomar Erdogan li ser bazirganiya navbera Tirkiye û Pakistanê sekinî û got:
"Di sala 2024an da hecma me ya bazirganiya dualî li gorî pêrar nêzî ji sedî 30 zêde bû û derket 1,4 milyar dolarî ku heta niha sewiyeya herî zêde ye. Heke Tirkiye û Pakistan mil bidin hev, ew du welatên ku ji aboriyê bigire heta ewlehiyê di gelek qadan da dikarin ji bo aştî, aramî û geşedana herêmê zêdetir bibin alîkar."
Erdogan bal kişand ser meseleya Filistîn û Xezeyê û wiha axivî: "Xeze ya xwişk û birayên me yên Xezeyî ye. Înşeallah wê heta hetayê jî wisa bimîne. Ji bo ku (li Filistînê) Nekbeyeke nû çênebe, em ê jî di her qadê da wezîfeya ku dikeve ser milê me bidomînin. Ez ji dil û can bawer dikim ku alema Ereban û ya Îslamê di serî da tifaqa mirovahiyê wê di vê pêvajoya krîtîk da Xezeyiyan tenê û bê xwedî nehêlin."
Serokomar Erdogan der heqê Sûriyeyê da jî wiha got: "Em ê bi rêvebiriya nû ra bixebitin ku li Sûriyeyê di warê aborî, bazirganî û veberhênanan da têkevin pêvajoyeke pir cuda."
Erdogan ji bo îstixdama li Tirkiyeyê jî wiha got: "Di vê sala dawîn da îstixdama me 986 hezar kes zêde bû. Hejmara me ya îstixdamê derket 32 milyon û 748 hezar kesî."