Serokomar Erdogan: "Em tu carî musamaha nîşan nadin ku şaredarî ji Qendîlê bê birêvabirin"
- "Li tu derê dinyayê li aliyekê şaredarên ku gel hilbijartiye li aliyê din jî kesên nediyar ên ku rêxistina terorê tayînî şaredariyan kiriye, tune"

Ankara
MARDÎN (AA) - Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Li tu derê dinyayê li aliyekê şaredarên ku gel hilbijartiye li aliyê din jî kesên nediyar ên ku rêxistina terorê tayînî şaredariyan kiriye, tune.Em misamahayî nêrîna 'Tu were hilbijartin lê em ê ji Qendîlê şaredariyê bi rê va bibin' nakin. Ji kesên ku îradeya gel teslîmê komîserên rêxistinê dike jî şehremînî dernakeve."
Serokomar Erdogan li Hêwana Werzişê ya Girtî ya Artukluyê di Kongreya Bajêr a 8emîn a Mêrdînê ya AK Partiyê da axivî.
Erdogan destnîşan kir ku dê tu carî musamaha nîşan nedin ku şaredarî ji Qendîlê bê birêvabirin û wiha axivî:
"Teror dijminê azadî, hiqûq û demokrasiyê ye. Demokrasî û terorê li heman cihê li heman aliyê nabe. Li tu derê dinyayê li aliyekê şaredarên ku gel hilbijartiye li aliyê din jî kesên nediyar ên ku rêxistina terorê tayînî şaredariyan kiriye, tune.Em misamahayî nêrîna 'Tu were hilbijartin lê em ê ji Qendîlê şaredariyê bi rê va bibin' nakin. Ji kesên ku îradeya gel teslîmê komîserên rêxistinê dike jî şehremînî dernakeve.
Birêz Ozel û birêvebiriya CHPyê mixabin ku naxwqzn rastiya eşkere bibînin. Halbukî li gelek bajarên me yên ku lê peywirdakirin çêbû ya diqewime ev e. Prensîbên ji bo şaredariyê wek namzed nîşandan, hilbijartin an jî peywirkirinê diyar e lê mixabin ku ev rêbaz tune hat hesibandin. Dema dewletê tevdîr hildan jî demildest dest bi îstismarê kirine. Bila li qisûrê nenêrin em ji kesên hewl didin ku qebehata xwe bixin ser sitûyê dewletê ra nabêjin 'eywallah.' Dubare dikim. Bi kesên ku rayeya ji sandoqê hildaye dîsa ji bo xizmeta gel diemilînin ra tu pirsgirêka me tune. Bi kesên ku hember baronên terorê serê natewînin ra tu pirsgirêka me tune. Bi kesên ku şaredariyên xwe nakin cihê lîstika rêxistina dabeşkar ra tu pirsgirêka me tune. Lêbelê kesên ku bi van ra pirsgirêka wan heye ra pirsgirêka me heyeç Dê ji niha pê va jî hebe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.- "Li tu derê dinyayê li aliyekê şaredarên ku gel hilbijartiye li aliyê din jî kesên nediyar ên ku rêxistina terorê tayînî şaredariyan kiriye, tune."
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) December 20, 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Bajêr a 8emîn a Mêrdînê ya AK Partiyê da axivî. pic.twitter.com/2KsR51CSIC