Serokomar Erdogan: Em pabendî prensîba xwe ne ku xebatkar, karmend û malnişînên xwe bi enflasyonê nedin perçiqandin

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Meydana Komarê ya Burdurê di mitîngê da axivî, "Em di her şert û mercê da pabendî prensîba xwe ne ku xebatkar, karmend û malnişînên xwe bi enflasyonê nedin perçiqandin."
Serokomar Erdogan li ser kêmkirina enflasyonê sekinî û wiha got, "Armanca me zêdekirina refaha mayînde ye. Ji bo vê divê em enflasyonê daxin reqamên kit. Me berî niha ev çawa pêk anîbe, em ê dîsa serkeftî bin. Bi zêdebûna derfet û dahata dewleta me va û kêmbûna barê ser stuyê dewletê va çavkanî çiqas zêde bibin, em ê ewqas bi awayekî adil li her kesî bela bikin"
Erdogan li ser dîmenên jimartina pereyan yên li Stenbolê jî sekinî û wiha axivî: "Kes nikare çavê xwe û guhê xwe bigire û li ser skandaleke wiha neaxive. Bira Ozgur Efendî dev ji şalûsiya derbeyê berde, pêşiyê derkeve wezîfeya xwe pêk bîne û dil welatiyên me yên ku xişxişe kire dilê wan, rehet bike. Mecbûr in ku bi belgeyan û zelalî eşkere bikin ku ev çente pere ji kê hat standin, li ku hat xerckirin"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.