Serokomar Erdogan: Em li ser pêngavên ku dê têkoşîna me ya dijî rêxistinên terorê çalaktir bikin rawestiyan
Serokomar Erdogan got "Di serî da FETO û PKK em li ser pêngavên ku dê têkoşîna me ya dijî rêxistinên terorê û şebekeyên sûcê yên organîze ra çalaktir bikin rawestiyan"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku bi Gurcistanê ra di serî da FETO û PKK li ser pêngavên ku dê têkoşîna me ya dijî rêxistinên terorê û şebekeyên sûcê yên organîze ra çalaktir bikin rawestiyan.
Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Kobakhîdze piştî ku li Kuliyeya Serokomariyê hevdîtinên dualî û yên di navbera heyetan da kirin civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya di civînê da bi bîr xist ku dijî Robert Fîcoyê Serokwezîrê Slovakyayê êrîşeke menfûr hat kirin û got ku "Em dijî her cure çalakiyên dijî aramî, îstiqrar û ewlehiya herêma me ne û em ê dijî derkevin jî."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku yek ji stûnên girîng ên tkiliyên Tirkiye-Gurcistanê projeyên hevkariyê ne û got ku "Em ji bo ku Rêhesina Baku-Tîflîs-Qersê ya ku stûna piştê ya Korîdora Navîn e ji nû va bi kapasîteya tam bikeve fealiyetê xebatên xwe didomînin."
Erdogan ragihand ku bi Gurcistanê ra di serî da FETO û PKK li ser pêngavên ku dê têkoşîna me ya dijî rêxistinên terorê û şebekeyên sûcê yên organîze ra çalaktir bikin rawestiyan.
Erdogan diyar kir ku bi Serokwezîr Kobakhîdze ra mijarên rojane, herêmî û navneteweyî jî guftûgo kirin û got ku di hevdîtinê da der barê wehşeta li Xezeyê û berpirsyariyên dikevin ser milê civaka navneteweyî da jî nirxandin kirin.
Erdogan got ku "Divê hemû mirovahî li ser bingeha hiqûq û dîplomasiyê piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê ya ku gelê Filistînê ji bo wê bedêlên giran dan." û da zanîn biryara ku Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 10 gulanê da hilda asta ku civaka navneteweyî lê ye nîşan dide.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.