Serokomar Erdogan: "Em dixwazin qeyda terorê ya ji bo vizyona pêşerojê ya Tirkiyeyê asteng e, biavêjin"

Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em dixwazin qeyd û benda terorê ya ji bo vizyona pêşerojê ya Tirkiyeyê asteng e, biavêjin. Geşedanên hesas yên li herêma me û siyaseta me ya navxweyî ji bo vê musaît e."
Erdogan li Kompleksa Sporê ya Navendî ya Kahramanmeraşê di Kongreya Bajêr ya Asayî ya 8an ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir di ser erdhejê ra hê 21 meh derbas bûye, lê di demeke kin da li piraniya bajarên erdhej lê çêbûn sîlueta nû bere bere derdikeve holê û wiha axivî, "(Mixalefet) Em bi hişmendiyekê ra rûbirû ne ku ji avahiyan bigire heya nexweşxaneyan û ji dibistanan bigire heya parkan, cî û warên nû yên çêdibin, înkar dikin."
Erdogan di axaftina xwe da got, "Di partiya me da kadro diguherin, lê pevgirêdana me ya ji bo dewlet, welat û alaya me naguhere."
Serokomar Erdogan diyar kir êdî her kes dizane ku Tirkiye ji bo hin kesan texteyê ceribandinê, xeta rageşiyê û ciyê derxistina bêîstiqrariyê nîne.
Erdogan destnîşan kir Tirk, Kurd, Zaza, Ereb, Sunnî û Elewî ji hev cihê nînin û got ku em 85 milyon yek in, em xwîşk û bira ne û welatiyên wekhev yên vî welatî ne.
Serokomar Erdogan got ku "Em dixwazin qeyd û benda terorê ya ji bo vizyona pêşerojê ya Tirkiyeyê asteng e, biavêjin. Geşedanên hesas yên li herêma me û siyaseta me ya navxweyî ji bo vê musaît e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.