Serokomar Erdogan: "Em ê teqez bigîhîjin armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em ê teqez bigîhîjin armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror û nîşan bidin ku fedakariya şehîd û xaziyên me yên qehreman belahewa neçûye."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê bangî milet kir û der barê rojevê da axivî.
- "Em ê teqez bigîhîjin armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror"
Erdogan behsa xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir û wiha axivî: "Di her du civînên ewil da biryar bi yekdengî hatin dayîn ku ev hêviyê dide, em hêvî dikin ku ev tevger bidome. Ji bo ku em ji terorê hetahetayê xelas bibin, paceyeke firsendê vebûye. Webalê têkbirina vê yekê wê giran be. Em ê teqez bigîhîjin armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror û nîşan bidin ku fedakariya şehîd û xaziyên me yên qehreman belahewa neçûye."
- "Divê di vê mijarê da lihevkirinek çêbibe"
Serokomar Erdogan der barê veguherîna bajarî da behsa girîngiya lihevkirinê kir û wiha got: "Divê em bi hikûmet, mixalefet û rêveberiyên herêmî ra hêzên xwe bikin yek û vê têkoşînê bi ruhê seferberiyê va bimeşînin. Divê di vê mijarê da lihevkirinek çêbibe."
- "Ji bo Xezeyê çi hewce dike, em dikin"
Serokomar Erdogan behsa rewşa li Xezeyê û tevgera Tirkiyeyê ya ji bo Filistîniyan kir û wiha axivî: "Ji bo ku em ji Xezeyê ra bibin çirûskeke hêviyê, me hemû derfetên dewleta xwe û hêza xwe ya dîplomatîk seferber kiriye. Em ê rê nedin Netanyahu (Binyamîn) û şebekeya wî ya qetlîamê ku ji bo dirêjkirina heyamên xwe yên siyasî ew herêma me ber bi felaketên mezintir va bibin. Li hemberî hovîtî, qetlîam, îşkence û zilma dewleta terorê ya Îsraîlê ya li ser birayên me yên Filistînî, welatê ku berteka herî zelal nîşan dide Tirkiye ye. Ji bo rawestandina hovîtiya li Xezeyê û gihandina alîkariya mirovî ya bênavber ya ji bo birayên me yên Xezeyî yên ji birçîbûnê dimirin, çi hewce bike em dikin."
Erdogan anî ziman ku Tirkiye ji bo avakirina Sedsala Tirkiyeyê têkoşîneke dijwar dide û wiha pê da çû: "Tirkiye li eniyên cuda têkoşîneke pir dijwar dide ku sedsala dahatûyê ava bike. Em ji vê ra dibêjin têkoşîna avakirina Sedsala Tirkiyeyê."
- Dîplomayên sexte
Der barê mijara dîplomayên sexte yên ku di rojevê da tê axaftin da jî Serokomar Erdogan wiha got: "Yên ku sûcan salek berê tespît kirine, gilî kirine, anîne pêş dadgehê û şikbaran dane girtin saziyên dewleta me yên bi mijarê ra eleqedar in. Wek lêpirsîna bêrêtiyê ya li Stenbolê, ji bo heramzadeyên ku heqên gel dixwin jî dewleta me birehm tevnegeriya û ew radestî edaletê kirin. Hûn çi dikin bikin, hûn nikarin têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî bertîlxwaran, rêxistinên sûcan û tefeciyên siyasî yên ku dest didin ser milkê milet, lawaz bikin."
- Lîstina qumarê û têkoşîna dijî wê
Serokomar Erdogan ji bo lîstina qumarê û têkoşîna ku dijî vê xirabiyê tê dayîn da jî wiha axivî: "Wek hikûmet, em bi biryarî li ser vê pirsgirêka ku malan xera dike, malbatan perçe dike û bingeha me ya neteweyî ji hundir va hildiweşîne, dixebitin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.