Serokomar Erdogan: "Em ê teqez bi hev ra û bi yekîtiya dil bigihêjin armanca xwe ya Tirkiyeya bêteror"
Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Em ê teqez bi hev ra û bi yekîtiya dil bigihêjin armanca xwe ya Tirkiyeya bêteror ya ku pevçûn, tundî û bêîstîqrarî di rojên berê da bimîne."
Serokomar Erdogan beşdarî 8emîn Kongreya Asayî ya Bajêr ya Trabzonê ya AK Partiyê bû.
Erdogan di kongreya ku li Salona Sporê ya Sergirtî ya Hayri Gur hat lidarxistin da axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew li Trabzonê ye.
Serokomar Erdogan got wan DEAŞa rêxistina terorê têk biriye û wiha axivî: "Me DEAŞa rêxistina terorê ya ku di van demên dawîn da hat xwestin ku wek amûreke planên herêmî dîsa bê aktîfkirin, bi tevahî têk bir."
Erdogan anî ziman ku ew ê bi hev ra bigîhêjin armanca xwe ya Tirkiyeya bê teror û wiha axivî: "Serdema çekan, tundiyê, terorê û lîstina kantoncîtiyê ya ku pişta xwe dispêrin emperyalîstan, bi temamî qediya. Di encama operasyonên me yên ku li bakurê Sûriyeyê hatin kirin da, me şaxa PKKyê ya li vî welatî ji xeta me ya sînor ji dûr xist. Em ê destûrê nedin ku di navbera me û xwişk û birayên me yên ku em bi hezaran sal in li kêleka hev dijîn û bi wan ra heman erdnîgariyê parve dikin da dîwarên nû bên avakirin. Hêvîdarim ku bi tunekirina belaya terorê ya ku yek ji astengên dawîn ên li ber Sedsala Tirkiyeyê ye, em ê înşallah zûtir bigihêjin armanca xwe. Em ê teqez bi hev ra û bi yekîtiya dil bigihêjin armanca xwe ya Tirkiyeya bêteror ya ku pevçûn, tundî û bêîstîqrarî di rojên berê da bimîne."
Serokomar Erdogan bangî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî kir û wiha got: "Ez dixwazim vê yekê jî ji Birêz Ozel ra bibêjim, li Qada Xazê ya Sakaryayê ya ku we got 'xaz tune' hilberîna me ya rojane ji 7 milyon mêtrokupê derbas kir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
