Serokomar Erdogan: Em ê di qada pîşesaziya parastinê da bi berhemên nû derkevin pêş çar aliyê dinyayê
Istanbul
Serokomar Erdogan: "(Di qada pîşesaziya parastinê da) Em ê bi berhemên nû yên ku xwedî tenolojiya pêşketî, di qada xwe da mînak û balkêş va derkevin pêş çar aliyê dinyayê"
"Pêşketina me ya di warê pîşesaziya parastinê da him referans û îlhama me ye û him jî mizgînî ye ku em dikarin çi bikin."
"(Di qada pîşesaziya parastinê da) Em ê projeyên ku me dane destpêkirin û heta merheleyekê anîne pêşdatir bibin. Hewcedariyên sektorê tespît bikin û hel bikin."
"Di sala 2002an da di qada parastinê da bi tenê 57 şirketên ku kar dikin hebûn û niha îro ev hejmar çiqas e hûn zanin? 2 hezar û 500."
"(Balafira Herbê ya Neteweyî) KAANa ku 3 berê ji xangarê derket înşellah em ê dawiya salê li asîman jî bibînin."
"Em ê qabiliyeta xwe ya di warê pîşesaziya parastinê da daîm bi dewletên dost û birayên me ne ra parve bikin."
"Rast nîne ku meseleya ewlehiyê ya ku pir girîng e di navbera dewletan da weke amûrê zext û gefê bê emilandin."
"Me ji bo heyama pêşerojê ji xwe ra kiriye armanc ku ji xeynî zêdekirina îxracatê ekosîstema xwe ya pîşeya parastinê hê zexim bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
