Polîtîka

Serokomar Erdogan: Em ê di 31ê Adarê da meşa Stenbolê ya Sedsala Tirkiyeyê bidin destpêkirin

Serokomar Erdogan got, "Bi îzna Xwedê em ê di 31ê Adarê da vê girêkê vekin û em ê meşa Stenbolê ya ber bi Sedsala Tirkiyeyê bidin destpêkirin."

Mustafa Hatipoğlu, Mehmet Yusuf Melikoğlu  | 24.03.2024 - Rojanekırın : 25.03.2024
Serokomar Erdogan: Em ê di 31ê Adarê da meşa Stenbolê ya Sedsala Tirkiyeyê bidin destpêkirin

Istanbul

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got, "Em ê bi Murat Kurum ra li Stenbolê serdemeke nû bidin destpêkirin. Ji bo vê em ê hefteyekê pir paş bixebitin."

Erdogan di Mitînga Mezin a Stenbolê ya Jinûva da ya li Balafirgeha Stenbolê hat lidarxistin, berî dest bi axaftina xwe bike, digel hunermend Cengiz Kurtoglu strana "Duyanlara Duymayanlara" got.

Piştî stranê Serokomar Erdogan dest bi axaftina xwe kir û wiha got, "Divê em vî bajarî di 31ê Adarê da ji vê zilma CHPyê rizgar bikin."

- "Em ê di 31ê Adarê da meşa Stenbolê ya Sedsala Tirkiyeyê bidin destpêkirin"

Serokomar Erdogan bal kişand ku ew ê bi Murat Kurum ra li Stenbolê serdemeke nû bidin destpêkirin û wiha dewam kir:

"Ji bo vê em ê hefteyekê pir paş bixebitin. Bi wan kesên wisa difikirin ku ew xwediyê Stenbolê ne û qet ne vî bajarî û ne jî gelê vî bajarî fêm nekirine va mirov nikare bigîhêje tu derê. Bi îzna Xwedê em ê di 31ê Adarê da vê girêkê vekin û em ê meşa Stenbolê ya ber bi Sedsala Tirkiyeyê bidin destpêkirin. Bawer bin ji vî bajarî ra û ji şêniyên vî bajarî ra deynê me yê wijdanê ye ku em Stenbolê li hêviya van nehêlin."

"Di 21 salên derbasbûyî da me ji bo Stenbolê bi trilyonek û 650 milyar lîreyî veberhênan kir"

Serokomar Erdogan der heqê xizmetên ku di 20 salên dawîn da li Stenbolê kirine da wiha axivî, "Bêyî şerm û fêdî bike dibêje 'min metro çêkir'. Temamî metroyên heyî yên li Stenbolê yên me ne, yên me. Ku em çavvekirîbûnên wan daynin alî yên xwedîderketina karên nekirine, di dest da 5 salên mezin ên ziyanbûyî dimînin. Stenbol ev 5 sal in dîsa nîşaneyên heyama 1989-1994an nîşan dide. Jixwe li ser navê xebat û xizmetê tu berhemeke berbiçav tune. Li dû heyameke ku nîvî li kaşûnê, nîvî li betlaneyê, nîvî jî di xebatên hilbijartinê da ji bo ku rêberê xwe ji holê rakin dixebitin helbet tiştek nema, namîne. Binêrin, îro Stenbol li ser xaçerêyekê ye. Li aliyekî yên ku bi tenê dibêjin 'ez' hene, li aliyê din jî yên ku bi tenê dibêjin 'Stenbol' hene. Di 21 salên derbasbûyî da me ji bo Stenbolê bi nirxê trilyonek û 650 milyar lîreyî veberhênana qamûyê kir."

- Dîmenên jimartina pereyan

Serokomar Erdogan der heqê dîmenên derketên holê yên jimartina pereyan da jî wiha got, "Heta niha tu kesî ji bo van dîmenan îzahateke maqûl û bimantiq nekir. Me îzahateke ku wijdana civakê rehet bike nebihîst."

- "TOKÎyê 228 hezar xanî temam kirin, înşaeta 23 hezar û 866 xaniyan jî didomînin"

Serokomar Erdogan der heqê veguherîna avahiyên kevn da wiha got, "Di plansaziya bajarvaniyê da me bi destê TOKÎyê 228 hezar xanî temam kirin û teslîmî xwediyên wan kir, em înşaeta 23 hezar û 866 xaniyan jî didomînin. Di warê tenduristiyê da me 178 saziyên tenduristiyê yên ku nexweşxaneyên kapasîteya nivînên wan 18 hezar û 417 ye anî bajarê xwe û dinyayê. "Çawa ku di 1994an da me emaneta vî bajarî hilda û di 2002yan da me berpirsyariya birêvebirina Tirkiyeyê qebûl kir em niha jî girêdayî heman prensîban in û wisa tevdigerin. Ev tunela (Tunela Stenbolê ya Mezin) ku wê 11 xetên trênê yên cuda bigihîne hev wê di hatin û çûyîna Stenbolê bi awayekî cidî hêsan bike. Di veguhestinê da li Stenbolê mesafeya rêya cudabûyî ya me ji 350 kîlometreyî wergirt, me derxist 794 kîlometreyî. Ji bo bajarê xwe di serdema desthelat û şaredariyên AK Partiyê da me 230 kîlometre pergala raya sivik û xeta metroyê çêkir."

- "Em ê îsal derkevin îhaleya Projeya Trêna Super Beza ya Enqere-Stenbolê"

Serokomar Erdogan der heqê projeyên rêhesinê yên li Stenbolê da jî wiha xeberda, "Armanca me ew e ku em hemû projeyên rêhesinî yên ku me ji bo Stenbolê amade kiribû ya 1100 kîlomêtroyî bikin rewacê. Em îsal îhaleya Projeya Trêna Super Beza ya Enqere-Stenbolê vedikin ku leza seyahetê dê bigihîje 350 kîlometreyî, maweya wê dê bibe 80 deqîqeyî. Em ê îsal derkevin îhaleya xeta Trêna Beza ya Gebze-Balafirgeha Sabiha Gokçen-Pireya Yavuz Sultan Selim-Balafirgeha Stenbolê ku dirêjahiya wê 120 kîlometre ye. Em ê Bendergeha Halîçê û etaba ewil a Kompleksa wê ya ku ji bo bajarê me projeyeke girîng e, di mehên pêş da ji bo xizmetê vekin."

- "Me tu wextî siyaseta îstismarê nekiriye, me eleqeya xwe bi meşreb nijad, terzê jiyana tu kesî nekiriye"

Serokomar Erdogan bal kişand ku kê çi dibêje bira bêje wan tu wextî siyaseta îstismarê nekiriye û wiha domand, "Me siyaseta nasnameyê nekiriye. Me eleqeya xwe bi meşreb nijad, terzê jiyana tu kesî nekiriye. Ku yên hiştevlihev û bêbiryar hebin, gava hûn çûn mal li wan bigerin. Ku dilmayîn hebe, em ê ji holê rakin, ku di serî da pirsnîşan hebin, em ê bibersivînin. Em ê xwe bigihînin birayên xwe yên ku di hilbijartinên berê da dengê xwe dane namzedên din û niha ji vê rêveberiya heyî aciz in. Em ê îzeh bikin ku tehemula Stenbolê tuneye ku 5 salên din jî ji dest bide, bi vî awayî em ê tu birayekî xwe yê Stenbolî yê dil û dengê wî neqezenckirî nehêlin. Mensûbiyeta wan a partiya siyasî ya kîjan dibe bira be, ez bi aqlêselîm ê Stenboliyan bawer im. Ez ji dil bawer im, Stenbol dê di 31ê Adarê da me mehcûb neke."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.