Serokomar Erdogan: "Em ê di 3 salên pêş da zêdetirî 3 milyon ciwan bikin xwedî kar"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ê çavkaniyeke mezin ya bi 445 milyar lireyî ji bo vê bernameyê terxan bikin ku wê di 3 salên pêş da zêdetirî 3 milyon ciwan bibin xwedî kar."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel a Beştepeyê di "Bernameya Hemleya Îstixdama Ciwanan-Danasîna Hêzê" da axivî.
Erdogan rexne li mixalefetê girt û got, "Derdorên marjînal ên ku mixalefet serektiya wan dike, berê ciwanên vî welatî didin kolanan, em ji bo armancên xwe yên aboriyê bi ciwanên xwe ra dimeşin."
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku bi sepana hejmarqat a qirêj, pêşiya ciwanên me yên lîseyên pîşeyî dihat birîn û got, "Me dawî li vê neheqiyê anî. Me lîseyên pîşeyê dubare kirin navenda cazîbeyê."
Serokomar Erdogan ji bo "Bernameya Hemleya Îstixdama Ciwanan-Danasîna Hêzê" got, "Em ji bo kargêriyên ku beşdarî bernameyên hêza kar a çalak dibin, şertê wê yekê datînin ku herî kêm ji sedî 10 stajyeran bigirin."
Erdogan her wiha got, "Me ji bo 3 salan 27 milyar lire budçe terxan kiriye, em ê alîkariyê bidin pêvajoyên stajê ya 800 hezar ciwanên xwe. Serlêdan wê bi rêya ÎŞKURê bên hildan."
Serokomar Erdogan bal kişand ser Bernameya Gavê Yekem û got, "Bi saya vê bernameyê bi hevkariya sektora taybet, piştî ku dest bi kar bikin, em ê mehaniya 6 mehên pêşîn yên ciwanên 18-25 salî bidin. Em ê çavkaniyeke mezin ya bi 445 milyar lireyî ji bo vê bernameyê terxan bikin ku wê di 3 salên pêş da zêdetirî 3 milyon ciwan bibin xwedî kar."
Erdogan ji bo Bernameya Ciwanan ya ÎŞKURê got, "Em xercaneya rojane ji hezar û 83 lireyî derxin hezar û 375 lireyî û mehaneya her ciwanekî ku heftê 3 roj bixebitin, derdixin 19 hezar lireyî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
