Tirkiye

Serokomar Erdogan: Divê ji kesê hov, rêbir û xwînxwar yê nav Netanyahu ra êdî bê gotin ku bisekine

Ekip  | 02.06.2024 - Rojanekırın : 03.06.2024
Serokomar Erdogan: Divê ji kesê hov, rêbir û xwînxwar yê nav Netanyahu ra êdî bê gotin ku bisekine

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Divê ji vî kesî hov, rêbir û xwînxwar yê bi navê Netanyahu yê ku herêma me û hemû dinyayê dikişîne nav felaketê ra êdî bê gotin ku bisekine."

Serokomar Erdogan di Civîna Îstişare û Nirxandinê ya 31em a AK Partiyê da ya li Kizilcahamama navçeya Enqereyê li otêlekê hat lidarxistin, axivî.

Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku wek Tirkiye ew li her derê li dijî zilm, qetlîam û bêedaletiya ku 76 sal in dewam dike, îtiraz dikin û wiha dewam kir:

"Em bi hemû derfetên xwe va li cem gelê Filistînê ne. Divê ji vî kesî hov, rêbir û xwînxwar yê bi navê Netanyahu yê ku herêma me û hemû dinyayê dikişîne nav felaketê ra êdî bê gotin ku bisekine."

- "Em bi rêkeftineke berfireh pêkva Tirkiyeyê ji eyba destûra derbeyê rizgar bikin"

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da qala xebatên ku ji bo destûra nû tên kirin jî kir û wiha got, "Di mijara destûra nû da em samîmî ne, deriyê me ji lihevkirinê ra vekirî ye. Li gorî me rast nîne ev mesele bibe gulaşa milan a siyasî. Em bi rêkeftineke berfireh pêkva Tirkiyeyê ji eyba destûra derbeyê rizgar bikin."

Serokomar Erdogan her wiha der heqê têkoşîna dijî terorê da jî wiha got, "Heta ew cihên ku teror lê derdikeve yên li bakurê Iraq û Sûriyeyê neyên paqijkirin, Tirkiye nikare bigîhêje aştiyê û xwe ewle hîs bike."

- "Em ê teqez kêşeya enflasyonê çareser bikin"

Serokomar Erdogan der heqê enflasyonê da jî axivî û bal kişand ku ew ê teqez kêşeya enflasyonê çareser bikin û wiha got:

"Em ê înşallah bigihîjîn enflasyona yekxaneyî. Me berê ev pêk anî, înşelah em ê dîsa pêk bînin. Niha lazim e ku em hemû bi hev ra tiştên nû bibêjin, hêviyê bidin miletê xwe û nexşerêya ku ji derdê miletê me ra bibe derman derxin holê. Armanca me ew e ku em heyama 4 salan a bê hilbijartinê ji bo Tirkiyeyê bikin heyama seferberiyê ya ji bo xebat, berhem û xizmetan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.