Serokomar Erdogan: "Divê Îsraîl dagirkeriya xwe ya ku li ser axa Filistînê bi dawî bike"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Divê Îsraîl dagirkeriya xwe ya ku li ser axa Filistînê didomîne, bi dawî bike û zirar û ziyana ku bû sedem jî tazmîn bike."
Serokomar Erdoganê ku ji bo hevdîtinên fermî li Malezyayê ye bi Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm ra civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Erdogan behsa bazirganiya di navbera Tirkiye û Malezyayê da kir û wiha got: "Me biryar da ku hecma bazirganiyê ya dualî ya ku me berê wek 5 milyar dolar diyar kiribû, niha bikin 10 milyar dolar."
Serokomar Erdogan der barê dagirkeriya Îsraîlê û rewşa Filistînê da jî wiha axivî: "Divê Îsraîl dagirkeriya xwe ya ku li ser axa Filistînê didomîne, bi dawî bike û zirar û ziyana ku bû sedem jî tazmîn bike. Şert e ku li gorî sînorên 1967an dewleteke Filistînê ya serbixwe, desthilat were avakirin, Qudsa Rojhilat bibe paytextê wê û ji aliyê erdnîgariyê va yekpare be."
Erdogan anî ziman ku divê alîkariya Xezeyê bê kirin û wiha got: "Heke hemû endamên ASEANê em dest bidin hev, ez wisa difikirim ku em ê bikaribin ji binê vî barî derkevin."
Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm jî ji ber mazuvaniya Serokomar Erdogan kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Em mazûvaniya pêşengê alema Misilmanên dinyayê, parêzvanê edaletê, pêşengekî parêzvanê mafên mirovan dikin, em bi şans in."
Enwer daxuyand ku Tirkiye di mijara alîkariya Xezeyê da pêşeng e û wiha got: "Tirkiye di mijara Xezeyê da pêşengiyekê dike. Bi qasî ku ez dizanim, di mijara alîkariya însanî da tu welatî bi qasî Tirkiyeyê alîkarî nekiriye."
Enwer der barê pêşvabirina agirbesta li Xezeyê da jî wiha axivî: "Polîtîkayên êrîşkar û belavker yên Îsraîlê dewam dikin. Heke ku dagirker venekişe pêşvaçûn wê çawa pêk bê?"

Serokomar Erdogan: "Me dît ku Îsraîlê dîsa soza xwe negirt"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Herwekî di peymanên agirbestê yên pêştir da kir, me dît ku Îsraîlê dîsan soza xwe negirt. Pêdivê Îsraîl dagîrkeriya xwe ya li axa Filistînê bi dawî bike û zirarê ku dane jî qerebo bike."
Erdogan li Nivîsgeha Serokwezîriyê digel Serokwezîrê Malêzyayê Enwer Îbrahîm civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.
Serokomar Erdogan anî ziman ku serkeftina xwe ya di warê pîşesaziya parastinê da ewê di projeyên transfera teknolojiyê û hilberîna hevbeş da jî bidomînin.
Erdogan destnîşan kir ku di hevdîtina îro da di serî da doza Filistînê mijarên navneteweyî bi hûrgilî û berfireh gotûbêj kirine.
Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku di warê alîkariyên kelûpelî da Tirkiyeyê heta nuha zêdetir ji 100 keştîyên alîkariya kelûpel û kalayan şandine Filistînê û ev xebat hê jî berdewam in û wiha pê da çû:
"Em di şandina alîkariyên kelûpelan da berdewam in. Em sekna Malêzyayê ya di mijara Xeze û Filistînê da dişopînin pîroz dikin. Di pirsgirêkê da ew tişt heye ku Îsraîl di polîtîkaya dagîrkerî û tevkuştinê da îsrarê dike. Herwekî di peymanên agirbestê yên pêştir da kir, me dît ku Îsraîlê dîsan soza xwe negirt.
Pêdivê Îsraîl dagîrkeriya xwe ya li axa Filistînê bi dawî bike û zirarê ku dane jî qerebo bike. Şert e ku pabend bi sînorên 1967an, dewleteke Filistînê ya serbixwe, serwer xwedî sînor çêbibe û Qudsa Rojhilat bibe payitextê wê. Tirkiye û Malêzya hewlên xwe yên di vî warî da bêyî hêdîkirin, ewê bidomînin. Ew Togga ku kêlîka din me bi vê hizrê radestî birayê xwe Enwer kir, ez hêvîdar im bibe nîşaneyek ji nîşaneyên hevlariya Tirkiye û Malêzyayê. Ez ji bo mêvanperweriya wan a dilsoz, spasiya Cenabê Serokwezîr û birayên xwe yên Malêzyayî yên hêja dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
