Serokomar Erdogan: Divê êdî ji polîtîkaya komkujiyê ya Netanyahu ra bibêjin bisekine
- "Netenyahu û hikûmeta wî ya çavsor, jiyana welatiyan dike xetereyê û polîtîkayên xwe yên qirkirinê didomîne. Divê êdî li hemberî vê yekê jê ra bê gotin ku bisekine"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku hecma me ya bazirganiyê ya dualî 2 sal li ser hevdu ji 10 milyar dolarî derbas kir. Armanca me ew e ku em bigihên 15 milyar dolarî.
Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Romanyayê Marcel Cîolacu li Kuliyeya Serokomariyê piştî Civîna Yekemîn a Konseya Hevkariya Stratejîk a Payebilind a Tirkiye - Romanyayê û merasima îmzekirina peymanan civîna çapemeniyê ya hevpar lidar xist.
Erdogan da zanîn ku îro bi danezana hevpar a ku bi Serokwezîrê Romanyayê Cîolacu ra îmze kirin tesîsa Konseya Hevkariya Stratejîl a Payebilind a Tirkiye-Romanyayê temîn kirin ê got ku "Me serokariya civîna ewil a mekanîzmayê kir. Bi saya vê yekê em di têkiliyên xwe da ketin nav qonaxeke dîrokî ya din."
Erdogan got ku di hevdîtinan da bi berfirehî li ser têkiliyên dualî sekinîn û axaftina xwe wiha domand:
"Hecma me ya bazirganiyê ya dualî 2 sal li ser hevdu ji 10 milyar dolarî derbas kir. Armanca me ew e ku em bigihên 15 milyar dolarî. Me verastkirina ji bo welatiyên Romen bikaribin bi nasnameyê bên Tirkiyeyê cî bi cî kir. Hêviya me ew e ku bi vî awayî minasebeta me ya beşerî jî xurttir bibe."
Erdogan da zanîn ku têkoşîna dijî terorê jî di rojeva wan da cî girt û got ku "Me hêviyên xwe yên di warê têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên wekî PKK û FETOyê ragihand Birêz Serokwezîr."
- "Berpirsyariyên civaka navneteweyî li holê ye"
Erdogan da zanîn ku bi Cîolacu ra geşedanên li herêmê û li cîhanê diqewimin guftêgo kirin û wiha axivî:
"Di serê van hemûyan da Xeze û zilma Îsraîlê ya li axa filsitînê ya dagirkirî diqewime tê. Ji bo rawestandina mezalima Îsraîlê û ewlehiya birayên me yên Filistînî hildin bin temînatê berpirsyariyên civaka navneteweyî li holê ye. Lê belê digel vê hê jî pêngavên ku dê pêşî li qetlîamê bigire nayên avêtin. Netenyahu û hikûmeta wî ya çavsor, jiyana welatiyan dike xetereyê û polîtîkayên xwe yên qirkirinê didomîne. Divê êdî li hemberî vê yekê jê ra bê gotin ku bisekine. Ez wisa bawer dikim ku dê mitefîqê me Romanya jî piştgiriyê bide hewldanên navneteweyî yên ku di vê mijarê da tên dayîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.