Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Di nerîta me ya siyasî da cihê wê yekê tuneye ku em xwe ji gel dûr bixin"

Serokomar Erdogan got, "Di nerîta me ya siyasî da cihê wê yekê tuneye ku em xwe ji gel dûr bixin, di navbera xwe da dîwaran lê kin û peywendiya bi sûk, bazar û taxê ra qels bikin."

Mümin Altaş  | 14.05.2024 - Rojanekırın : 15.05.2024
Serokomar Erdogan: "Di nerîta me ya siyasî da cihê wê yekê tuneye ku em xwe ji gel dûr bixin"

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan wiha got, "Wek partî herçiqas em dûrî hedefên xwe ketibin jî, me erênî pêşwazî li encamên hilbijartina 31ê Adarê kir. Ji bo me ya girîng, qazanckirina Tirkiye û demokrasiya Tirkiyeyê ye."

Serokomar Erdogan di Civîna Serokên Parêzgehan a Berfirehkirî da ya li navenda giştî ya partiyê hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku ew gelekî bextewar e ku di civîna ewil a salê da ew digel hevrê û hevalên xwe yên dozê ye."

- "Piştî pêvajoya şêwr û nûbûnê, AK Partî dê bi hêzdarî di rêya xwe da bimeşe"

Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku wan bi erênî pêşwazî li encamên hilbijartinê kir û wiha dewam kir:

"Wek partî herçiqas em dûrî hedefên xwe ketibin jî, me erênî pêşwazî li encamên hilbijartina 31ê Adarê kir. Ji bo me ya girîng, qazanckirina Tirkiye û demokrasiya Tirkiyeyê ye. Em encamên hilbijartinê yên 31ê Adarê paşguh nakin. Me hesabên xwe yên navxweyî yên berfireh ên encaman bi rayedarên partiya xwe ra kir, dikin û em ê bikin. Piştî pêvajoya xwe ya şêwr û nûbûnê, em biryardar in ku AK Partî hê bi hêzdarî di rêya xwe da bimeşe."

- "Di nerîta me ya siyasî da cihê wê yekê tuneye ku em xwe ji gel dûr bixin"

Serokomar Erdogan bal kişand ku bi siyasetmedar, burokratê bikaprîs, lobî û komên berjewendiyên xwe va tu kes nikare ji bo hewas û hesabê xwe yê şexsî, fedakariya dildarên partiya wan zeyî bike û wiha dewam kir:

"Di nerîta me ya siyasî da cihê wê yekê tuneye ku em xwe ji gel dûr bixin, di navbera xwe da dîwaran lê kin û peywendiya bi sûk, bazar û taxê ra qels bikin. Di civîna MYKya me ya dawîn da me biryara civandina kampa îstişareyê ya kevneşopî da. Em ê pêşiyê bi parlamenteran ra, dû ra jî bi şaredaran ra bên cem hev."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.