Serokomar Erdogan di Hevdîtina Ciwanan a 7emîn a TUGVAyê da axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em ê hem ji hêla fizîkî va hem ji hêla menewî û derûnî va pêşketina ciwanên xwe di asta herî jor da temîn bikin û mohra xwe li sedsala duyemîn a Komara xwe bidin. Em ê şaristaniya xwe îhya bikin û bi hev ra vê hilperînê pêk bînin."
Serokomar Erdogan di Hevdîtina Ciwaniyê ya 7emîn a TUGVAyê ya ku li Hêwana Werzişê ya Sînan Erdem hat lidarxistin da axivî.
- "Em ê meşa xwe ya Sedsala Tirkiyeyê bênavber bidomînin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dê meşa Sedsala Tirkiyeyê bênavber bidomînin û got ku Em ê hem ji hêla fizîkî va hem ji hêla menewî û derûnî va pêşketina ciwanên xwe di asta herî jor da temîn bikin û mohra xwe li sedsala duyemîn a Komara xwe bidin. Em ê şaristaniya xwe îhya bikin û bi hev ra vê hilperînê pêk bînin."
Erdogan destnîşan kir ku ciwanî lutfeke mezin e û ev gotin:
"Em ji bo ku heqê vê lutfê bidin me qehwexane guherandin qireatxaneyan, deriyê xwe ji her kesî ra vekir, wargehên xwe kirin wekî hêlîna îlm, îrfan û hîkmetê em divê ji werzişê heta wêjeyê, ji resmê heta muzîkê di her qadê da qabiliyetên xwe pêş bixin û hevkêşeya alema çêkirî û dinyayê rasteqîn pêk bînin û bi nêrîna 'Heke îman hebe derfet jî heye' yek bi yek dijwariyan çareser bikin û di her mijarê da têkoşînê bidomînin. Heke hûn bi vê hişmendiyê jiyana xwe saz bikin ez vê ji dîplomayên zanîngehên mezin girîngtir dibînim. Dîploma zerf e, helbet biqîmet e lê ya esil mezrûf e. Li dinyayê heyamên ku zanîn û qabiliyet tenê bi dîplomayê dihat pîvan gelekî li paş man. Êdî tecrûbeyên şexsî, qabiliyet, destbikarî gelekî girîngtir bûne". Gelî ciwanan ez ji bo vê ji we dixwazim ku dema perwerdeya we dewam dike teqez qabiliyet û destbikariyên xwe pêş bixin û xurt bikin."
Serokomar Erdogan got ku "Ciwanên ezîz, hêza herî mezin a welat û miletekî ciwanên wê ne.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser rewşa Xezeyê û wiha axivî:
"Zilma li Xezeyê ji dil buxzkirinê deynin aliyekî êdî merhaleya bi ziman guhertinê jî li pey xwe hiştiye. Hember polîtîkaya komkujiyê ya Îsraîlê mirovahî divê bi awayekî yekpare dest bi çalakiyê bike.Bi birêvebiriya Netanyahu ra bîr hatin tenê serê xwe cezayeke giran e, eybek e ku mirov jê fêdî dike. Amerîka û dewletên Ewropayê yên ku cesaret û piştgiriyê didin Îsraîlê wekî parêzkerê kujerên jin û zarokan di dîrokê da cî girtin. Tu carî guh nedin kesên hezkiriyên Îsraîlê yên digel ku li vî welatî siyasetê dikin bêyî ku şerm bikin radibin bêbextiya rêxistina terorê diavêjin ser Hemasê. Hemas bi tu awayî wekî ku ev îdia dikin rêxistinek nîne. Bereksê wê tevgereke berxwedanê ye ku ji bo parastina ax û welatê xwe canê xwe dide. Wekî hemû zalimên mezin birêvebiriya Îsraîlê jî ku li ser navê siyonîzmê zarok û jinan qetil dike zilmê li mesûmên derfeta wan tune ku xwe biparêzin dike jî tirsonek e. Em ji bo ku di nav birayên me yên Filistînî da jî yekîtî çêbe bi hemû aliyan ra hevdîtinê dikin. Em bêyî ku serî li ber tu tehdîdê bitewînin ji bo ku dawî li qetlîama li Xezeyê, zilma li Filistînê bê bi dil, ziman û destê xwe her cure hewldanê didin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.