Serokomar Erdogan di çarçoveya mîsyona fezayê ya bimirov a ewil da peyama bi dîmen weşand

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku bi peywira fezayê ya bimirov a ku cara ewil dikin gav diavêjin Sedsala Tirkiyeyê, sedsala duyem a Komarê.
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya bidîmen a ku di çarçoveya "mîsyona fezayê ya bimirov a ewil" a ku pêngava ewil a Bernameya Fezayê ya Neteweyî ye da diyar kir ku Tirkiye şahidiya demeke dîrokî dike, yek ji wan deman e ku serbilindiya hevpar derketiye lûtkeyê.
Serokomar Erdogan got ku "Em bi peywira fezayê ya bimirov a ku em cara ewil dikin gav diavêjin Sedsala Tirkiyeyê, sedsala duyem a Komarê. Em wek werîsên şaristaniyeke ku piştgiriyên bêhempa daye dîroka zanistê ji bo ku mîsyona di dîrokê da hildabû ser xwe ji nû va îcra bikin destpêkeke gelekî biqîmet dikin. Em ji bo ku îlhamê bidin cîwanên xwe yên li asoyê dinorên, zarokên me yên ku xeyalên wan li dinyayê bi cî nabin cara ewil welatiyekî xwe dişînin fezayê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Alper Gezeravciyê ku çendî salan li Hêzên Asîmanî yên Tirk wekî pîlotê jetê bi qehremanî xizmet da piştî amadehî û perwerdeyên dirêj ber bi Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî derdikeve rêwitiyê û wiha axivî:
"Em bi vî awayî yek ji hedefên xwe yên di Bernameya xwe ya Fezayê ya Neteweyî ya ku di sala 2021î da ragihand dinyayê, tetbîq dikin. Li Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî dê seranserê 14 rojan di çarçoveya mîsyona "Zanista Fezayê ya Tirk" da 13 ceribandinên ku zanyarên me amadehiyên wan kirine, bike. Dê di beşên wekî astronomî, tib, genetîk, zanistê melzemeyê da xebatên zanistî bike. Ez hêvî dikim ku ev xebat ji niha va ji bo welatê me û zanyarên me bi xêr be. Ez dibêjim ku 'Rebbê min bila rêya me ê bextê me vekirî bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.