Tirkiye

Serokomar Erdogan di 31emîn Civîna Şêwrê û Nirxandinê ya AK Partiyê da axivî

Esin Işık  | 01.06.2024 - Rojanekırın : 02.06.2024
Serokomar Erdogan di 31emîn Civîna Şêwrê û Nirxandinê ya AK Partiyê da axivî

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Me mesafe nexist navbera xwe û gelê xwe, me dîwarên nedîtî ava nekirin. Me siyaset ji bo gelê xwe kir, em hertim bi gelê xwe dişêwirin."

Serokomar Erdogan beşdarî 31emîn Civîna Şêwrê û Nirxandinê ya AK Partiyê ku bi temaya "Eqlê hevbeş ê Tirkiyeyê" li Kizilcahamama navçeya Enqereyê hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan bal kişand ser guherandina Destûrê û got, "Heke em ji bo guhertina Destûra darbeyê bi yeka sivîl û azadîxwaz, dest bidin dest, ne tenê hewaya siyasetê ewê bextê welatê me jî biguhere."

- "Me mesafe nexist navbera xwe û gelê xwe, me dîwarên nedîtî ava nekirin"

Serokomar Erdogan anî ziman ku wan siyaset ji bo gel kiriye û her tim digel milet di şêwrê dabûne û got, "Me mesafe nexist navbera xwe û gelê xwe, me dîwarên nedîtî ava nekirin. Me siyaset ji bo gelê xwe kir, em hertim bi gelê xwe dişêwirin. Haya me ji daxwazên gelê me heye ku di serî da guherîn û nûjenî, bi encamên sindoqan bi me ragihandin. Em ê ji bo peyaman tişta pêwîst bikin. Em ê encamên hilbijartinên 14 û 28ê gulanê û yên 31ê adarê bi hemî aliyan bidin ber hev û em ê ber bi ya hêsan va nerevin."

Erdogan her wiha got, "Siyaset di çarçove û sînorên diyarkirî da tê kirin. Di bin navê nermbûnê da em ê destberdariya nasname, sekin û xetên xwe yên sor nekin. Em hêvî dikin ev nermbûna di siyasetê da ya ku hêviyên gelê me zêde dike, temenê wê ne wekî yê perperikê kurt be."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew ê digel gel pireya dil qewîn bikin û ew ê firsendê nedin hewlên qulkirina sûrên AK Partî û Îtifaqa Cumhur û got, "Çûna siyasetê, bi taybet jî mixalefetê li ser zemînekî wêrankar, kavilker û cudakar da, ewê zirarê bide Tirkiyeyê ne feydeyê. Dema li hember terorê îqtidar û mixalefet bertekeke hevbeş nîşan bidin, ne tenê ewê girjî bê xwar, ewê teror jî bi temamî mîada xwe dagire."

Erdogan bal kişand ser Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û anî ziman ku ewê beriya Cejna Qurbanê here ziyareta wî.

- "Aboriya Tirkiyeyê di çaryekê pêşîn ê salê da, ji sedî 5,7 mezin bû"

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku aboriya Tirkiyeyê di çaryekê pêşîn da ji sedî 5,7 mezin bûye û wiha pê da çû:

"Aboriya me piştî çaryekê duyemîn ê sala 2020an ku dema sepandina tedbîrên Kovîd-19ê bû, li ser hev bi qasî 15 çaryekan mezin bû. Înşelleh piştî nîveka duyemîn ê salê ewê enflasyon têkeve serejêriyê. Hema bêje teveka daneyên eşkerekirî, pabend bi Bernameya Wadeya Navendî diherikin."

Erdogan li ser rewşa Xeta Xezeyê jî wiha got, "Em tekane dewlet in ku ji 7ê cotmehê pê va berteka herî xurt nîşanî tevkujiyên li Xezeyê da û li dijî Îsraîlê tedbîrên berbiçav avêtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.