Serokomar Erdogan dê sibê Serokwezîrê Libnanê Miqatî qebûl bike
- Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun da zanîn ku di hevdîtinê da dê der barê geşedanên li Filistîn û Sûriyeyê da bi hev ra guftûgo bikin

Ankara
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê sibê Serokwezîrê Libnanê Necîb Miqatî qebûl bike.
Altun di daxuyaniya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ev gotin:
"Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan dê 18ê kanûna pêşîn 2024an li enqereyê Serokwezîrê Libnanê Necîb Miqatî qebûl bike. Di hevdîtinên ku dê di çarçoveya ziyareta Birêz Miqatî bên kirin da digel têkiliyên dualî dê der barê geşedanên li Filistîn û Sûriyeyê da bi hev ra guftûgo bikin."