Polîtîka

Serokomar Erdogan dê Serokwezîrê Zelandaya Nû Luxon ra hevdîtin bike

Abdullah Sarica  | 24.04.2025 - Rojanekırın : 25.04.2025
Serokomar Erdogan dê Serokwezîrê Zelandaya Nû Luxon ra hevdîtin bike

Ankara

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê bi Serokwezîrê Zelandaya Nû Chrîstopher Luxon ra li Stenbolê hevdîtin bike.

Altun di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da ev gotin:

"Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan dê sibê bi Chrîstopher Luxonê Serokwezîrê Zelandaya Nû yê ku ji ber Merasimên Bîranîna Roja Anzakê û Salvegera 110emîn a Muharebeyên Bejayê yên Çanakkaleyê welatê me ziyaret kir ra li Stenbolê hevdîtin bike. Di hevdîtina ku dê di navbera Birêz Serokomarê me û Serokwezîrê mêvan da bê kirin da dê pêngavên ji bo bêtir pêşxistina têkiliyên di navbera Tirkiye û Zelandaya Nû da yên ku xwe dispêrin dostaniyeke dîrokî dê bên guftûgokirin, der barê mijarên herêmî û navneteweyî da fikrên xwe bi hev ra parve bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.