Polîtîka

Serokomar Erdogan dê di nîsanê da Iraqê ziyaret bike

Haydar Karaalp  | 12.03.2024 - Rojanekırın : 14.03.2024
Serokomar Erdogan dê di nîsanê da Iraqê ziyaret bike

Baghdad

Alîkarê Wezîrê Karên Derva Ahmet Yildiz got ku berî meha nîsanê biqede dê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Iraqê ziyaret bike.

Yildizê ku li Bexdaya paytextê Iraqê ye daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.

Yildiz got ku "Dê sibê bi muxatabên me yên li Wezareta Karên Derva ya Iraqê ra hevdîtinên me çêbin û em ê têkiliyên xwe guftûgo bikin. Em ê amadehiya civîna wezîra ya ku dê di heyama pêş me da bê kirin û ji bo ziyareta Serokomarê me amadehiyan bikin."

- Ziyareta Iraqê ya Serokomar Erdogan

Alîkarê Wezîrê Karên derva Yildiz ragihand ku dê Serokomar Erdogan berî ku meha nîsanê biqede Iraqê ziyaret bike û wiha axivî:

"Li gor plan û amadehiyan ziyaret (a Serokomar Erdogan) berî ku meha nîsanê biqede dê çêbe. Dema ziyareta serokomarê me ya di sala 2012an da dema wê çaxê serokwezîr bû da ez li vir bûm. Di navberê da li Enqereyê hevdîtinên bi Serokwezîran ra (Iraqî) yên ku wekî ziyaret nebûn hatin kirin. Êdî wextê vê ziyaretê jî (ya Serokomar Erdogan) hat û berî ku nîsan biqede dê çêbe înşellah."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.