Polîtîka

Serokomar Erdogan: Bi Yûnanistanê ra nêrîna me ya wekhev a di mijara terorê da her diçe bihêztir dibe

Serokomar Erdogan got, "Bi Yûnanistanê ra nêrîna me ya wekhev a di mijara terorê da her diçe bihêztir dibe. Em mitabiq in ku di siberoja herêma me da cihê rêxistinên terorê tuneye."

Ekip  | 13.05.2024 - Rojanekırın : 14.05.2024
Serokomar Erdogan: Bi Yûnanistanê ra nêrîna me ya wekhev a di mijara terorê da her diçe bihêztir dibe

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Wekî Tirkiye em ê hevdîtinên xwe ên dîplomatîk bibiryardarî bidomînin da ku agirbest li ser Îsraîlê were ferzkirin û naskirîbûna Dewleta Filistînê zêdetir bibe."

Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê, Serokwezîrê Yûnanistanê Kîryakos Mîçotakîs qebûl kir. Piştî ku hevdîtin kuta bû, Erdogan û Mîçotakîs civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

- "Di siberoja herêma me da cihê rêxistinên terorê tuneye"

Serokomar Erdogan di civînê da axivî û diyar kir ku bi Yûnanistanê ra nêrîna wan a wekhev a di mijara terorê da her diçe bihêztir dibe û wiha dewam kir, "Em mitabiq in ku di siberoja herêma me da cihê rêxistinên terorê tuneye."

Erdogan her wisa bal kişand ku ew li bendê ne, atmosfera erênî ya di peywendiyên wan da di dabînkirina mafên kêmaniya Tirk û hevnijadên wan yên li Yûnanistanê da jî kêrhatî be.

- "Pirsgirêka Qibrîsê divê bi awayekî adilane û mayînde were çareserkirin"

Serokomar Erdogan der heqê nakokiya Qibrîsê da jî wiha axivî, "Girîng e ku pirsgirêka Qibrîsê li ser esasê rastiyên li Giravê bi awayekî adilane û mayînde were çareserkirin. Gaveke bi vî rengî dê îstiqrar û aramiya herêma me xurt bike."

- "Em hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bibiryardarî didomînin ku agirbest li ser Îsraîlê were ferzkirin"

Serokomar Erdogan der heqê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da wiha axivî, "Li hemberî qetilkirina zêdetirî 35 hezarî sivîlên bêguneh ên Filistînî, welatên Rojava di serî da civaka navneteweyî divê êdî dengê xwe berztir bike.

Wekî Tirkiye em ê hevdîtinên xwe ên dîplomatîk bibiryardarî bidomînin da ku agirbest li ser Îsraîlê were ferzkirin û naskirîbûna Dewleta Filistînê zêdetir bibe."

- "Ez Hemasê wekî rêxistineke terorê nabînim"

Serokomar Erdogan her wisa der heqê Hemasê da jî daxuyanî da û bal kişand ku ew, Hemasê wekî rêxistineke terorê nabîne û wiha dewam kir, "Bereksê wê ez Hemasê wekî wan mirovan dibînim ku têkoşîna parastina xak û însanê xwe dimeşînin. Hemas rêxistineke berxwedanê ye ku ji 1947an pê va xaka wê hatiye dagirkirin û piştî dagirbûna xaka wê, xaka xwe hildaye bin parastinê."

Piştî Serokomar Erdogan, Serokwezîrê Yûnanistanê Mîçotakîs jî axivî û der heqê peywendiyên bi Tirkiyeyê ra wiha got, "Dorhêla di navbera me da ya hevfêmkirin û peywendiyan bi domdar û bi awayekî erênîtir geş dibe."

Mîçotakîs jî der heqê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da wiha got, "Em herdu jî hemfikr in ku xwîna li herêmê diherike, bê rawestandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.