Tirkiye, Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Almanyayê Scholz ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist

17.11.2023 - Rojanekırın : 17.11.2023
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Almanyayê Scholz ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist

Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Almanyayê Scholz ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. 

Serokomar Erdogan got: 

"Heta niha 13 hezar jin,zarok, îxtiyarên Filistînî hatine kuştin. Hema bêje êdî cihekî wekî Xeze nemaye, her der xira bûye.

Heke em destgirêdayî û bêdeng bimînin em nbikarin di dîrokê da hesabê vê bidin. Divê şerê Îsraîl-Filistînê di çarçoveya derûniyeta deyndariyê da bê nirxandin.

(Pevçûna Îsraîl-Filistînê) Heke em wek Almanya-Tirkiye bikarin agirbesta mirovî pêk bînin em dikarin derfeta ku herêmê bi taybetî ji vê çembera agir derxînin bi dest bixin.

Êsîr û girtiyên çendî salan di destê Îsraîlê da ne. Divê em vê jî bibînin. Heke em vê nebînin dê neheqî çêbe.

(Bi Almanyayê ra) Bêasteng domandina hevkariya me ya pîşesaziya parastinê berjewendiya me ya hevpar e.

Ji bo ku li Rojhilata Navîn aştiya adil û mayînde pêk bê divê her kes destê xwe bixe bin kevir û berpirsyariyê hilde.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın