Serokomar Erdogan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ra hevdîtin kir

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ra bi peywendiyeke têlefonê va axivî.
Li gor daxuyaniya Wezareta Ragihandinê ya Serkomariyê di hevdîtinê da li ser mijarên wekî peywendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û Îranê da, êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê û rewşa însanî ya li herêmê hat gorûbêjkirin.
Erdogan diyar kir ku divê ji bo ber lê girtina Îsraîlê yekîtî pêk bê û xebatên hevpar bêne kirin.