Polîtîka

Serokomar Erdogan bi serokên ku beşdarî Lûtkeya G7ê bûn ra hevdîtin kir

- Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Bîden, Serokomarê Fransayê Macron û Papa Francîscus jî di nav da bi serokan ra sohbet kir

Ferdi Türkten, Merve Yıldızalp  | 14.06.2024 - Rojanekırın : 15.06.2024
Serokomar Erdogan bi serokên ku beşdarî Lûtkeya G7ê bûn ra hevdîtin kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lûtkeya Serokan a G7ê da bi hin serokên dewletan ra hevdîtin kir.

Serokomar Erdogan di çarçoveya lûtkeyê da beşdarî Rûniştina Ast Bilind a G7ê ya Bi Mijara Vejen û Hişê Çêkirî-Behra Spî û Afrîkayê bû.

Serokomar Erdogan berî rûniştinê li ser piyan bi Serokê Amerîkayê Joe bîden ra axivî.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron berî rûniştinê hat ba Serokomar Erdogan. Herdu serokan demekî sohbet kir.

Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Vatîkanê Papa Francîscus, Serokdewletê Brezîlyayê Luîz Inacîo Lula da Sîlva, Serokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebbun, Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn û Serokê Konseya YEyê Charles Mîchel ra jî li ser piyan axivî.

Ji hêla din va Serokomar Erdogan destê Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Sîlva û Serokdewletê Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî Mihemed Bîn Zayed Al Nahyan girt û wêne da kişandin.

Erdogan bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî û Nayhan ra jî li ser piyan axivî.

Serokomar Erdogan di lûtkeyê da bi Serokê Amerîkayê Bîdenê ku li ba hev bûn ra di dema rûniştinê da jî sohbet kir.

Erdogan di heman demê da bi Sekreterê Giştî yê OECDyê Mathîas Cormann û Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres ra jî li ser piyan hevdîtin kir.

- Serokomar Erdoganbi Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Sîlva ra hevdîtin kir

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Îtalyayê bi Serokdewletê Brezîlyayê Luîz Inacîo Lula da Sîlva ra hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan li Borgo Egnazîaya li Îtalyayê ya ku ji bo beşdariya Lûtkeya Serokan a G7ê lê ye di çarçoveya peywendiyên xwe da bi Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Sîlva ra hevdîtin kir. Di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Brezîlyayê û qetlîamên Îsraîl li Xezeyê dike û tiştên divê ku ji bo rawestandina vê bên kirin û geşedanên navneteweyî hatin guftûgokirin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da got ku Îsraîl di heyama dawîn da gelekî tenê maye, ji bo ku dawî li zilmê bê anîn divê pêkûtiya li ser Îsraîlê dewam bike.

- Serokomar Erdogan beşdarî wêneya malbatê ya li Lûtkeya Serokan a G7ê bû

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî wêneya malbatê ya li Lûtkeya Serokan a li Lûtkeya Serokan a G7ê bû.

Serokomar Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G7ê ya ku li Borgo Egnazîaya li Îtalyayê tê lidarxistin da beşdarî Rûniştina Ast Bilind a G7ê ya Bi Mijara Vejen û Hişê Çêkirî-Behra Spî û Afrîkayê bû.

Piştî rûniştinê wêneyê malbatê hat kişandin.

Di dema kişandina wêneyê da li aliyê rastê yê Serokomar Erdogan Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francîscus, li çepê Erdogan jî Serokomarê Morîtanyayê Mihemed Weled Xezvanî cî girt.

ji hêla din va Erdogan bi Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francîscus û Serokomarê Morîtanyayê Mihemed Weled Xezvanî ra demekî sohbet kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.