Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi têlefonê axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di axaftinê da têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da û mijarên herêmî û cîhanî hatin nirxandin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ew wisa bawer dike ku wek mitefîq Tirkiye û Amerîka di vê heyama nû da wê têkiliyan bi awayekî hevkariyê, xwedî encam û dilsoz pêş va bibin.
Erdogan diyar kir ku geşedanên herêmî û cîhanî pêwîstiyê derdixe holê ku di hemû mijaran da di navbera Tirkiye û Amerîkayê da şêwr zêdetir bibe û got ew piştgiriyê didin gavên bi biryar û berpirsyar yên ku Serokê Amerîkayê Trump ji bo bidawîkirina şerê di navbera Rusya-Ukraynayê da diavêje.
Serokomar Erdogan anî ziman ku Tirkiye ji destpêka şer û vir va ji bo aştiyeke adil û mayînde hewl dide û ewê vê hewldana xwe bidomîne.
Erdogan destnîşan kir ji bo ku li Sûriyeyê îstiqrar ji nû va çêbibe, rêveberiya nû bikaribe bixebite û mueyîdeyên li ser Sûriyeyê yên ji bo ku rewş normalîze bibe bên rakirin, tevkariya bi hev ra girîng e û ev yek jî wê bihêle ku Sûriyeyî vegerin welatên xwe.
Serokomar Erdogan got di heyama nû da ji Amerîkayê tê hêvîkirin ku di mijara têkoşîna li dijî terorê da bi nêrîneke ku berjewendiyên Tirkiyeyê dide pêş, gav bên avêtin.
Erdogan anî ziman ji bo ku di navbera herdu welatan da di qada pîşesaziya parastinê da hevkarî pêşva here, divê mueyîdeyên CAATSAyê dawî bibin û pêwîst e ku pêvajoya tedarîkkirina F-16yan bi encam bide û mijara beşdariya Tirkiyeyê ya ji nû va ya bernameya F-35an jî bigîhêje encamê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.