Serokomar Erdogan: "Bi provokasyonan hizûra welatiyên me xirab mekin"
-"Bi provokasyonan hizûra welatiyên me xirab mekin, dev ji vê yeka xwe berdin. Ku hûn curet dikin hesabê bêrêtî, dizî, bertîlên hatin hildan bidin"

Ankara
Serokomar Erdogan: "Ew nîqaşên ku hefteyên borî hatin kirin nîşan didin ku bêyî Tirkiyeyê ewlekariya Ewropayê pêk nayê."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê daxuyanî da, mehe Remezanê û Şeva Leyletul Qedrê ya welatiyan pîroz kir.
Serokomar Erdogan got, "Ne tenê ji aliyê ewlekariyê ve, ji aboriyê heta dîplomasiyê heta bazirganî û jiyana civakî hat dîtin ku di gelek qadan da pêdivîya Ewropayê bi Tirkiyeyê heye.
Tirkiye amadeye ku di çarçoveya berjewendiyên hevpar û rêzgirtinê da, digel welatên Ewropa û YEyê peywendiyên xwe xurttir bike. Di serdema duyem ya birêz Trump da, mimkune ku peywendiyên di navbera Tirk-Amerîkan da bikevin merheleyeke dîtir."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir,
"Hevdîtina me ya bi Donald Trump ra semîmî bû, em di serî da li ser rakirina astengiyên li pêş daxwaza bazirganîyê ya 100 milyar dolarî û gelek mijarên girîng sekinîn."
Serokomar Erdogan: "Her ku em nêzî armanca xwe Tirkiyeya bê teror dibin, em şahidiya hezeyanên kesên ku amûrên wan ên îstîsmarê ji destên wan tên sitandin dikin."
Serokomar Erdogan bal kişand li ser pêvajoya lêpirsînên dijî ÎBByê û wiha axivî, "Di nav da Serokê Giştî jî rêveberên muxalefeta sereke, mixabin mînaka bêşiûrîyeke pir mezin nîşandan.
Êdî bi hiş û aqilê miletê nelîzin. Rêxistinên marjînal yên çepgir ku we ne tenê sloganên wan di heman demê da hişmendiya wan jî hildaye di ser polêsên me da neşînin. Kadroyên partiya muxalefeta sereke, bi gotina wecîz ya serokê wan ê giştî yê berê 'tişta herî baş dikin hevdu xwarin e', bila dewam bikin."
"Bi provokasyonan hizûra welatiyên me xirab mekin"
Serokomar Erdogan got, "Bi provokasyonan hizûra welatiyên me xirab mekin, dev ji vê yeka xwe berdin. Ku hûn curet dikin hesabê bêrêtî, dizî, bertîlên hatin hildan bidin."
Erdogan wiha dewam kir, "Ji bo sepandina bernameya aboriyê emê bi heman vîn û biryardariyê dewam bikin. Di wextên wiha da armanca me ya sereke parastina îstîqrara makro fînansî ye.
Emê tu carî destûrê nedin ku zirarê bidin destkeftiyên bernameya me ya aboriyê ya nû ya ku ev du sal in tê sepandin."
Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe da giyar kir ku "Wezareta me ya Xezîne û Maliyeyê, Bankeya me ya Navendî, bi ruhê ekîbeke saxlem, bi piştevaniya me ya ku şev û roj berdewam dike, bi koordîne dixebite."