Serokomar Erdogan beşdarî Rûniştina Serokên Hikûmet û Dewletan a Konseya Atlantîkê ya NATOyê bû
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Rûniştina Serokên Hikûmet û Dewletan a Konseya Atlantîkê ya NATOyê bû.
Serokomar Erdogan li Washîngtona paytextê Amerîkayê ya ku ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bibe hatê peywendiyên xwe didomîne.
Erdogan hat Walter E. Conventîona ku lûtke lê tê lidarxistin û ji hêla Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg va hat pêşwazîkirin.
Erdogan piştî pêşwazîkirinê bi serokên ku beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bûn ra wêneyê malbatê kişand. Di wênetê malbatê da li ba Erdogan Serokwezîrê Swêdê Ulf Krîstersson û Serokwezîrê Îngiltereyê Keîr Starmer cî girt.
Serokomar Erdogan paşê beşdarî Rûniştina Serokên Hikûmet û Dewletan a Konseya Atlantîkê ya NATOyê bû.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê da bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ên NATOyê da bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ra jî hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Yûnanistanê Mîçotakîs ra jî hevdîtin kir
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîçotakîs ra hevdîtin kir
Serokomar Erdogan li Washîngtona paytextê Amerîkayê ya ku ji bo beşdariya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ên NATOyê hatê peywendiyên xwe didomîne.
Erdogan di çarçoveya lûtkeyê da li Walter E. Convention Centera ku lûtke lê tê lidarxistin bi Serokwezîrê Yûnanistanê Mîçotakîs ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Balyoz Akîf Çagatay Kiliç jî cî girt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
