Tirkiye

Serokomar Erdogan bangewazî li Îsraîlê kir ku êrîşên xwe yên dijî Xezeyê bide sekinandin

"Îsraîlê duh bi şev êrîşên xwe yên dijî Xezeyê zêde kir û di bombebaranê da dîsa jin, zarok û sivîlên mesûm bûn hedef û qeyrana însanî hê kûrtir bû"

Mehmet Yusuf Melikoğlu  | 28.10.2023 - Rojanekırın : 02.11.2023
Serokomar Erdogan bangewazî li Îsraîlê kir ku êrîşên xwe yên dijî Xezeyê bide sekinandin

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku Îsraîlê duh bi şev êrîşên xwe yên dijî Xezeyê zêde kir û di bombebaranê da dîsa jin, zarok û sivîlên mesûm bûn hedef û qeyrana însanî hê kûrtir bû.

Serokomar Erdogan ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirinek kir û got ku "Îsraîlê duh bi şev êrîşên xwe yên dijî Xezeyê zêde kir û di bombebaranê da dîsa jin, zarok û sivîlên mesûm bûn hedef û qeyrana însanî hê kûrtir bû. Divê Îsraîl demildest ji vî halê cinnetê derkeve û êrîşên xwe bide sekinandin."

Erdogan di parvekirina xwe da got ku "Ez hemû birayên xwe dawetî Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê, Mitînga Mezin a Filistînê ya ku dê em ê wir vê bangewaziya xwe xurttir bikin, biqîrin ku hember zilma Îsraîlê li ba gelê Filistînê ne, dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.