Serokomar Erdogan: "Armanca me rehetbûna demkî nîne, daxistina enflasyonê bi mayinde ye"

Istanbul
Serokomar Erdogan: "Em di bernameya aboriyê da berahiyê didin daxistana enflasyonê bo yek xaneyê û refaha gel zêde bikin. Armanca rehtbûna demkî nîne, daxistina bi mayinde ye."
"Heta rêveberiya Netanyahu dawî li tevkuştinên xwe yên li Xezeyê bîne, di warê bazirganî û dîplomasiyê da emê fişara xwe ya li ser Îsraîlê bidomînin."
"Em piştevanê hemî aliyan in ku bo Tirkiyeyê dixebitin, îxracê dikin, aboriya Tirk bawer in û veberhênanê zêde dikin, piştgirê avakirina Sedsala Tirkiyeyê ne."
"Ferqa carî ya salane ku par di gulanê da gihiştibû 57 milyar dolarî, di adarê da heta bi 31,2 milyar dolarî paş va çû. Ez bawer im ewê baştir bibe."
"Tevî qeyranên herêmê, hilbijartinên rêveberiyên xwecihî û gotinên populîst ên mixalefetê, emê pabendê nexşerêya xwe bin."
"Ev serdema dijwar a ku hemî cîhan tê daye, ji aliyê Tirkiyeyê û aboriyê Tirk va înşelleh emê bi lezgînî jê derbas bin."
"Enflasyona li ser asta salane piştî ku di gulanê da gihişt asta herî bilind, em li hêviyê ne bi awayekî xurt dakeve."
"Piştî nîveka duyemîn a salê, emê têkevin serdema dezenflasyonê. Emê ji ser polîtîkaya darayiyê, îznê nedin fişara enflasyona îlawe."
"Em polîtîkayeke nû ya pîşesaziyê dixin rewacê. Bi pakêta di kamûyê da teseruf û berhemdariyê va, emê birînên di dayînên veberhênanê da bişînin qadên giringtir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.