Polîtîka

Serokomarê Sûriyeyê Şara ji bo beşdariya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dê were Tirkiyeyê

- Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê ragihand ku Ehmed Şarayê Serokomarê Sûriyeyê ji bo beşdariya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dê were Tirkiyeyê.

Mümin Altaş  | 07.04.2025 - Rojanekırın : 08.04.2025
Serokomarê Sûriyeyê Şara ji bo beşdariya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dê were Tirkiyeyê

Ankara

Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê ragihand ku Ehmed Şarayê Serokomarê Sûriyeyê ji bo beşdariya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dê were Tirkiyeyê.

Çelik li navenda giştî ya partiyê der heqê civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan da daxuyanî dan.

Çelik di daxuyaniya xwe da bal kişand ku Ehmed Şarayê Serokomarê Sûriyeyê ji bo beşdariya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dê 11ê Nîsanê roja Înê were Tirkiyeyê.

Berdevk Çelik her wiha diyar kir ku Serokomar Erdogan di civînê da hesasiyetên xwe yên di warê rojeva Tirkiyeya Bêteror da destnîşan kirin û wiha dewam kir:

"Brêz Serokomarê me di axaftina xwe ya destpêka civîna LRNyê da diyar kir ku di mijara pêkanîna hedefa Tirkiyeya Bêteror da saziyên dewletê bi awayekî senkronîze dixebitin û her wiha ji hêla siyasî va jî divê ev hesasiyet bên raçavkirin. Lewma jî di serdema pêş me da ji bo serkeftina vê pêvajoyê em ê qonaxên nû pêkva bibînin û bişopînin."

- Hevdîtina Serokomar Erdogan a bi heyeta DEM Partiyê ra

Berdevk Çelik li ser pirsa der barê hevdîtina Serokomar Erdogan a bi heyeta DEM Partiyê ra ya piştî eydê jî got ku ji DEM Partiyê daxwaza hevdîtinê hat kirin û Serokomar Erdogan jî bersiva erênî da daxwazê.

Çelik wiha axivî, "Brêz Serokomarê me, di nav rojeke ku dê bi xwe teqdîr bikin da, di nav vê hefteyê da dê ji bo vê hevdîtinê randevuyek were eyarkirin, ji hêla Debîrvaniya Serokomariyê va. Mirov dikare wê nirxandinê bike ku ev hevdîtin dê bi teqdîra Serokomarê me di nav vê hefteyê da be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.