Serokomarê Misirê Sîsî: "Misir û Tirkiye wê dest bidin hev û di mijara Xezeyê da jî encamên pir baş wê bên bidestxistin"

Istanbul
Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî daxuyand ku di navbera herdu welatan da rûpeleke nû vedibe.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta fermî çû Misirê û li paytext Qahîreyê ji hêla Serokomarê Misirê Ebdulfetah es- Sîsî va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtina wan qediya Serokomar Erdogan û Serokomar Sîsî li Qesra Îttîhadiyeyê bi hev ra daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar dan.
Serokomarê Misirê Sîsî ji ber serdana Erdogan ya piştî deh salan kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Em di navbera her du welatan da rûpeleke nû vedikin."
Sîsî diyar kir ku ew û Erdogan li ser rewşa Xeta Xezeyê axivîn û wiha dewam kir: "Ez bi Serokomarê Tirkiyêyê ra li ser heman fikrê me ku divê li Xezeyê agirbesteke bilez çêbibe û li Şerîeya Rojava rageşî aram bibe. Misir û Tirkiye wê dest bidin hev û di mijara Xezeyê da jî encamên pir baş wê bên bidestxistin."
Sîsî anî ziman ku Erdogan wî vexwendiye Tirkiyeyê û wiha got: "Ez li bendê me ku li ser vexwendina Serokomar Erdogan di meha nîsanê da serdana Tirkiyeyê bikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.